ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCD’ê destek da berxwedana li dijî ‘Rêya Kesk’
Komîsyona Ekolojiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), destek da berxwedana li dijî ‘Rêya Kesk’ û madena zêran a Derya Reş. -
Ji saziyên navneteweyî alîkariya ji bo DAIŞ'ê
Piştî ku Girê Spî hat azadkirin, li depoyên navenda navçeyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke depoyên kelûmelên tibbî û xwarinê dihatin bikaranîn, koliyên ji aliyê welatên rojavayî û International Rescue Committee ve hatin şandin, hatin dîtin. -
TKP/ML-TÎKKO: Em ê xeyalên wan ên azadiyê bidin jiyîn
Komîteya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û got, "Em soz didin ku em ê xeyalên wan ên azadiyê yên şoreşgerî bidin jiyîn." -
Bûldan: Dibe ku Ocalan li dijî formata nû derdikeve
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan der barê qedexeya li ser heyeta wan de got, "Dibe ku di mejiyê dewletê de nîqaşa li ser formata nû ya pêvajoyê hebe. Lê belê em nizanin ku wê ev format wê çawa be." -
Ji bo yên dixwazin nas bikin û watedar bikin: Rewşa Şoreşê ya Rojava
Pirtûka nûçegihana ETHA û ANF’ê Arzû Demîr a bi navê 'Rewşa Şoreşê ya Rojava' ji weşanên Ceylan derket. Weşanxaneyê biryar da ku pereyê ji çapa yekem bê girtin, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bişîne. -
Hevdîtina AKP û CHP’ê ya ji bo koalîsyonê bi dawî bû
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû hevdîtînên têkildarî hikûmeta koalîsyonê bi CHP’ê destpê kir. -
HDP: Divê aştiya civakî nebe qurbana lîstikên desthilatdariyê
HDP’ê êrîşa leşkeran a li Goleyê şermezar kir. HDP’ê got, "Em vê êrîşa li hember sivîlan û êrîşên bi vî awayî, wek xwepêşaneke biryardariya hêzên pêşeroja xwe di şer de dibînin dinirxînin.” -
Yên li Bazîdê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
Ji gundiyên xwestin pêşî li operasyona leşkerî ya li bejahiya Bazîdê bigirin hatin binçavkirin, 14 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. -
Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç di roja 9. de ye
Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç, ku ji ber rêya gundê wan di bin ava bendavê de maye û pir nayê çêkirin destpê kir, di roja 9. de dewam dike. -
Demîrtaş: Divê dewlet nêzîkatiya xwe ya li hember Birêz Ocalan biguherîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bal kişand ser hişyariyên KCK'ê û got, "Ji aliyê pêvajoya aştî û çareseriyê ve em di asta herî krîtîk de ne. Li gorî me, divê pêvajoya çareseriyê li asteke bilindtir bê destpêkirin." -
NCDK a Sydneyê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li bajarê Awûstralya Sydneyê dijîn, civata xwe ya giştî ya sala 2015'an lidar xist. Civata giştî bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat. -
Êrîşên DAIŞ'ê li Madrîdê hatin protestokirin
Li Madrîdê Komîteya piştgiriya bi Rojava û gelê Kurd re mîtîngek lidar xist. Endamên Tabûra Enternasyonal ên çend roj berê ji aliyê hikûmeta Spanyayê ve hatin binçavkirin jî beşdarî mîtîngê bûn. -
Ji Coldhackers protestoya tecrîdê
Koma hacker a Kurdistanê Coldhackerê bi armanca protestokirina pêkanînên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hinek çalakiyên sîber li ser hin malperên dewleta Tirk kir. -
Vegotinên Ereb û Tirkmenên ji Girê Spî li Stenbolê hatin berevajîkirin
Derket holê ku vegotinên Ereb û Tirkmenên ji Girê Spî yên ji komîteya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê gotin YPG'ê zext li wan nekiriye, li Stenbolê hatine berevajîkirin. -
Çalakiya dagirkirina kûleya petrolê di roja 5. de ye
Çalakiya dagirkirinê ya karkerên TPIC a li Midûriyeta Herêma Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê, di roja 5. de dewam dike. Tê gotin, karkerên germa 40 pileyî de li kûleya petrolê nobed girtin, deqeyek beriya fitarê li êrîşa polîsan rast hatin. -
Li Golanê leşkerên Tirk gule li mînîbusê reşandin-HAT NÛKIRIN
Li navçeya Erdexan Golanê, leşkerên Tirk ên derketin operasyonê gule li mînîbûsa gundiyên Gundikê yên derketin zozanan reşandin. -
DAIŞ'ê gef li Fransayê xwar
Çeteyên DAIŞ'ê yên di hedefa koalîsyona li Sûriye û Iraqê de ne, gef li Fransayê xwarin. -
Tahmaz: AKP bi tecrîdê re zerarê dide xwe
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku hikûmeta AKP bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zerarê dide xwe. -
Li Heleb û Humsê ji ber şer bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da
Di şer û pevçûnên li Heleb û Humsê ku di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de qewimîne de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane. -
TEV-DEM’ê peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya Helebê re rawestand
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê re, ji ber ku meclîs bendên wê bi cih nîne, rawestand. -
Ekîba ICOR li ser navê mirovahiyê diçe Kobanê
Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ku destekê dide ji nû ve avabûna Kobanê, xebatên xwe bê navber didomîne. -
Li dijî planên şer ên AKP'ê li ber deriyê Meclîsê çalakî
Hêzên ked, aştî û demokrasiyê, li dijî planên şer ên Tirkiyeyê li Enqereyê meşiyan. Di çalakiyê de helwesta êrîşkar a Erdogan hat protestokirin û hat gotin, "Aştî û gel wê qezenç bikin." -
Li hemberî DÎSK'ê nerazîbûna 'derxistina ji kar'
Xebatkara paqijiyê Oya Baydak a ku ji be endametiya li Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Fatîhê ve bi awayekî yekalî peymana wê ya kar hat betalkirin, vê jî ji aliyê sendîkayê ve dawî li karê wê hat anîn. -
HDP'ê bûyerên li Amedê ji hikûmetê pirsî
Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp, bûyerên li dû kuştina Serokê Yenî Îhya-Der'ê li Amedê qewimîn, xist rojeva Meclîsê. -
Ji Young Struggle piştevaniya bi Kobanê re
Ji bo kampanyaya ji nû ve avakirina Kobanê ji Swîsreyê destek hat. Rêxistina Young Straggle ya Swîsreyê, şeva piştevaniyê ya bi Kobanê re pêk anî û pereyê hat komkirin, ji bo projeya Navenda Tenduristiyê ya ICOR ve hatiye destpêkirin, tê veguhestin.