Li dijî planên şer ên AKP'ê li ber deriyê Meclîsê çalakî

Hêzên ked, aştî û demokrasiyê, li dijî planên şer ên Tirkiyeyê li Enqereyê meşiyan. Di çalakiyê de helwesta êrîşkar a Erdogan hat protestokirin û hat gotin, "Aştî û gel wê qezenç bikin."

Hêzên ked, aştî û demokrasiyê, li dijî planên şer ên Tirkiyeyê li Enqereyê meşiyan. Di çalakiyê de helwesta êrîşkar a Erdogan hat protestokirin û hat gotin, "Aştî û gel wê qezenç bikin."

Li Enqereyê Platforma Şaxên KESK'ê, TMMOB-ÎKK, SDP, HDP, HDP, ESP, EHP, MAZLUM DER, AKADER, Kaldıraç, ÇHD, ÎHD, YSGP, UÎD DER, Alinterî, ADAD, DÎP, SDH Partîzan, EHP, Halkevlerî û Kurd Der, li hemberî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ku gefa destwerdanê li Sûriyeyê dixwe, li ber Deriyê Dîkmen ê Meclîsê civiyan.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Seroka Egîtîm Sen Hejmara 1. a Enqereyê Sûltan Saygili ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rojhilata Navîn di nava xelekeke ji agir de ye û zexta emperyalîstan a bi destwerdanê re li hemberî gelan, wê encamên bi kêrî gelan tên bi xwe re nîne.

'AKP ÊRÎŞÎ TÊKOŞÎNA GELAN DIKE'

Saygili diyar kir ku encam û bandora şerê li derveyî sînor veguheriye pirsgirêkeke navxweyî û got, "Gelên li ser sînorê me li komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê rast tên, bi hêza xwe re têdikoş in. Lê belê bûne hedefa hêrsa şer a hikûmeta AKP'ê. Di rewşeke bi vî rengî de hejmareke mezin a leşkerî tê civandin ku ne diyare wê berê xwe bide ku derê."

'HELWESTA ÊRÎŞKAR A ERDOGAN WÊ BI XWE RE XWÎN, BIRÇÎBÛN Û XIZANIYÊ BÎNE'

Saygili da zanîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kir, dixwaze rewşeke aloz li nava welêt biafirîne û hin hincetan dest li Sûriyeyê werde û got, "Encama vê pêvajoyê jî rûdana şerekî li hundir û derve, ji holê rakirina pêvajoya çareseriyê û derfetên aştiya li herêmê ye. Em ê ti carî vê ji nedîtî ve neyên." Saygili destnîşan kir ku her êrîşkarî û helwesta şerxwazî ya Erdogan wê bibe xqwîn, fîşek, bêkarî, birçîbûn û xizanî û li gel vegere û got, "Li dijî şer em ê dengê aştiyê bilind bikin. Di encamê de wê aştî û hemû gel qezenç bikin."