ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê xwest Komîsyona Lêkolînkirina Komkujiya Pirsûsê bê avakirin
HDP'ê da xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê AKP ye û xwest, Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Her wiha bi pêşniyar pirsekê re, komkujî ji Davûtoglû pirsî. -
Leşkeran avêtin ser gundê Xizrokî yê Tetwanê
Leşkerên Tirk avêtin ser malên li gundê Xizrokî yê navçeya Bedlîs Tetwanê. -
Ji Bloka Aştiyê banga beşdariya li Meşa Mezin a Aştiyê ya 26'ê Tîrmehê
Bloka Aştiyê, ji bo Meşa Mezin a Aştiyê ay 26'ê Tîrmehê li Stenbolê li dijî terora DAIŞ'ê û polîtîkayên şer ên AKP'ê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Komkujiya li Pirsûsê li Sydneyê hat protestokirin
Li Sydneyê, Kurd, Tirk û Awûstralyayiyan Komkujiya li Pirsûsê protest kirin. -
"Hûn nikarin xwe ji berpirsyariya xwe ya di komkujiyê re rizgar bikin"
Buroya Hiqûqê ya Bindestan nerazîbûn nîşanî spekulasyonên li ser kiryarên komkujiya Pirsûsê da û ji dewletê re got, "Hûn di destpêkê de bersivê bidin pirsên divê hûn hesabê wê bidin." -
Li Kolnê ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo kesên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolnê konê serxweşiyê hat vedan. -
Li Îtalyayê ji bo Pirsûsê seferberiya navneteweyî
Komkujiya li Pirsûsê, li 15 bajarên Îtalyayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, çalakî ji aliyê Îtaliyan ve hat destpêkirin û wê heta roja Yekşemê dewam bikin. -
Li Den Haagê sê çalakî hatin lidarxistin
Li bajarê Hollanda Den Haagê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qetilkirina 3 jinê şoreşger li Parîsê û komkujiya li Pirsûsê hatin şermezarkirin. -
DAIŞ û Erdogan li Polonyayê hat lanetkirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên, êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin, 31 ciwanên SGDF'yî bibîr anîn. -
Çeteya bi îmtiyaz DAIŞ
Li taxa Înonu ya duyemîn a Narlidere ya Îzmîrê, Sûriyeyiyên li malekê bicih dibin, piştî demekê bi awayekî vekirî dest bi propaganda DAIŞ'ê dikin. Şêniyên taxê li ser vê yekê ketin nava tevgerê. -
Nasnameya 6 şervanan hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Yekîneyek DAIŞ'ê li ser Çiyayê Koxê digere
Hat ragihandin ku li ser Çiyayê Koxê yê di navbera Mûş û Çewlikê de, yekîneyeke DAIŞ'ê di nava gel de digere. -
Cenazeyê Mete nîvê şevê hate definkirin
ESP'ê ragihand ku cenazeyê Buşra Mete ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev bi dizî hatiye definkirin. -
Nasnameya êrîşkar zelal bû
Nasnameya êrîşkarê ku komkujiya Pirsûsê pêk anî zelal bû. Bi testa DNA'yê re zelal bû ku nasnameya êrîşkarê komkujiya li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz (20) ê ji Semsûrê ye. -
Komkujiya li Pirsûsê li London û Munchenê hat şermezarkirin
Li Ewropayê çalakiyên protestokirina komkujiya li Pirsûsê didomin. Di çalakiyan de hêrsa li dijî AKP û DAIŞ’ê bal kişand û hat destnîşankirin ku wê têkoşîna gelan û piştevanî mezin bibe. -
Kurdistan û Tirkiye ji bo ciwanên şoreşger li ser piyan e
Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê dewam dikin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê û hesabê komkujiyê hat pirsîn. -
Li Serêkaniyê 2 polîs mirî hatin dîtin
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk da xuyakirin ku li Serêkaniyê 2 polîs li mala xwe mirî hatine dîtin. -
Li Kîelê AKP û DAIŞ hatin protestokirin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. -
Bozkurt ê di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da li Agiriyê hat oxirkirin
Erdal Bozkurt ê di komkujiya Pirsûs'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Agiriyê spartin axê. Hatê hînbûn ku Bozkurê bavê 3 zarokan li Stenbolê hostayê înşaetê bû û ji bo li Kobanê ji zarokan re parka lîstikan ava bike çûye Pirsûsê. -
Komîteya Navendî ya MLKP: Wê hesabê komkujiyê bê pirsîn
Komîteya Navendî ya MLKP’ê got, “Hesabpirsîna komkujiyê û mezinkirina şerê şoreşgerî deynê stûyê MLKP’ê ye. Li Tirkiyeyê û Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê jî ev deyn wê bê dayîn.” -
Komkujiya Pirsûsê wê li Îtalya bê şermezarkirin
Tevna piştevaniya bi Kurdan re Rete Kurdistan, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê derdiveke kolanan. -
Artêşa Tirk kemînan datîne
Artêşa Tirk ev sê roj in li ser rêyên navbera navçeya Agirî Bazîdê û Îranê, bi wesayîtên sivîl kemînan datîne. -
ESP'ê ji bo cenazeyan banga 'seferberiya girseyî' kir
ESP'ê bang li gelan kir ku xwedî li cenazeyên şehîdên Pirsûsê derkevin û bi ruhê seferberiya girseyî beşdarî merasîmên oxirkirinê bibin. -
Ber bi navenda Erzîromê ve veguhastina leşkerî
Artêşa Tirk, bi desteka maşînên zirxî ber bi navenda Erzîromê ve veguhastina leşkerî kir. -
Şehîdê Pirsûsê Okan Pîrînç tê veşartin
Cenazeyê Okan Pîrînç ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Antakyayê tê veşartin.