NCDK a Sydneyê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li bajarê Awûstralya Sydneyê dijîn, civata xwe ya giştî ya sala 2015'an lidar xist. Civata giştî bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat.

Di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) de, piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, raporên kar ên sala 2014-2015 hatin xwendin. Rapor piraniya dengên delegeyan hatin qebûlkirin. Di kongreyê de encamên meclîsa dema nû û hevserokên navendê bi dengên delegeyan hatin hilbijartin. Gulseren Yildiz û Birûsk Aeîverî ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Civata giştî bi nîqaşa li ser rewşa dawî ya siyasî û xebatên ji bo bersivdayîna pêwîstiyên Kurdên li Awûstralyayê bi dawî bû.