ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber binavbûna botekê 6 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li Ayvacikê, ji ber binavbûna botekê 6 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji Hevserokên HDP'ê peyama cejnê
Demîrtaş û Yuksekdag bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşandin û diyar kirin ku ew hêvîdar in cejn bibe wesîleya aştiyê. -
Bûldan bûyera li Erdexanê qewimî xist rojeva Meclîsê
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan, bûyera li Erdexanê qewimî xist rojeva Meclîsê û der barê mijarê de pirs ji hikûmetê pirsî. -
Li Dêrsimê tevgera helîkopteran
Tevgera helîkopteran a duh bi şev li Dêrsimê destpê kir, heta ber destê sibehê dewam kir. -
Li Bûrsayê tecrîd hat şermezarkirin
Tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Edliyeya Bûrsayê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin. -
HDP’ê gotinên nîjadperestî û bi nefret yên li hember Ermeniyan bir Meclîsê
HDP’ê, gotinên bi nefret û nîjadperestî yên Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel ên der barê civaka Ermeniyan de bir Meclîsê. -
Dozgeriya Parîsê xwest bersûc Guney li dadgeha Cezayê Giran bê darizandin
Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de ku 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin, hat xwestin bersûcê komkujiyê li dadgeha cezayê giran re bê darizandin. -
‘Divê mijara bingehîn pêvajoya çareseriyê be’
Hevberdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: "Rawestandina hevdîtinan tê wateya şansê ji aştiyê re hatî dayîn di bin piyan de hat tepisandin." -
HDP'ê belgeya li ser daxwaz û nêzîkatiyên xwe radestî AKP'ê kir
Di çarçoveya danûstandinên koalîsyonê de heyetên HDP û AKP'ê civiyan. HDP'ê, belgeyek li ser serenavên Demokrasî, Edalet û Aştiyê radestî heyeta AKP'ê kir. -
Parlamenterên HDP'ê ji bo 'Komkujiya Zîlan’ lêkolîn xwestin
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Tûgba Hezer û Remzî Ozgokçe, têkildarî Komkujiya Zîlan li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û têkildarî komkujiyê lêkolîna Meclîsê xwestin. -
Hevdîtina HDP-AKP bi dawî bû
Hevdîtina HDP û AKP'ê ya têkildarî koalîsyonê bi dawî bû. HDP wê têkildarî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê bide. -
HDP'ê heqareta doktor a li Elewiyan xist rojeva Meclîsê
Heqareta doktorê li Fakulteya Tipê ya Çapa, ku li Elewiyan kir, ket rojeva Meclîsê. -
HDP'ê ji bo rakirina benda hilbijartinê qanûnek pêşniyar kir
HDP'ê ji bo rakirina benda hilbijartinê qanûnek pêşniyar kir. Di pêşniyara qanûnê de hat destnîşankirin ku rakirina benda hilbijartinê wê rê li ber aştiya civakî, ewlekirina demokrasî û mafên hiqûqî, pêşbirka aştiyane ya siyasî û çanda şêwrê veke. -
Li Platînovsky tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarokê Platînovsky ê Krasnadarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
Polîsan êrîşî konê ji bo azadiya Ocalan hat vedan kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Maltepeyê DEM-GENÇ'ê kon veda. Lê belê polîsan êrîş kirin û 5 kes kirin binçavan. -
Şaredariya Karabûrûnê desteka xwe ya ji bo kongreya zanistê ji ber îfadeya ‘qirkirinê’ vekişand
Şaredariya Karabûrûn ku her sal destekê dide Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê, diyar kir ku ji ber îsal di metna bangê ya kongreyê de îfadeya ‘Qirkirina Ermenî û Suryanî ya 1915’an’ hatiye bicihkirin, wê destekê nede kongreyê. -
Li Îmraliyê tecrîda 16 salan
Qedexeya destpêkê ya hevdîtina parêzeran di 3'ê Mijdara 2002'an de heman piştî hilbijartinê pêk hat. Piştî ku hevdîtinên li Oslo qediyan, di 27'ê Mijdara 2011'an de qedexeya hevdîtina bi Ocalan re careke din destpê kir û ev 4 sal in bê navber didome. -
Demîrtaş: Em amade ne bi her kesî re her mijarê biaxivin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, beriya hevdîtina sibe ya têkildarî koalîsyonê bi heyeta AKP’ê re got ku di çarçoveya rêgezan de amade ne her pirsgirêk û çareseriyê aşkera û jidil nîqaş bikin. -
Ustun a HDP’yî: Em ê destûr nedin talana xwezayê
Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun, têkildarî talana xwezayê ya van rojên dawî bi parlamenterên HDP’yî re daxuyaniyeke çapemeniyê da. -
AKP-MHP ji bo koalîsyonê li hev rûniştin
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû, ji bo hevdîtinên koalîsyonê bi MHP’ê re hevdîtin pêk anî. -
Gel destûr neda civîna ÇED’ê, jendermeyan êrîş kir
Gelê li Yaylakoyê li hember RES’ê têdikoşe, destûr neda civîna ÇED’ê ya Şîrketa Enerjî Elektrîk a Lodosê. Jendermeyan û nûnerên fîrmayê êrîşî gel kirin. -
Li Heleb û Lazqiyê pevçûn didomin
Li Helebê di navbera aliyên desthilatdariyê de ev nêzî mehekê ye şer û pevçûn didomin -
HDP’ê xwest bûyera li Erdexanê bê lêkolînkirin
Parlamenterên HDP'ê, bûyera li Golan anîn rojeva Meclîsê. Di pêşnûmeya lêkolînê de hat diyarkirin ku di rojên bûyer pêk hatin li herêmê gelek leşker hatine komkirin. -
HDP: Pêwîst e tavilê tecrîd bê rakirin
HDP’ê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da û got: “Pêvajo ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi tecrîda li hember Birêz Ocalan û pêvajo ku fedayî kampanyaya hilbijartinê hat kirin birîneke kûr xwariye.” -
Şervana YPJ'ê Dînç ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) di şerî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Wêranşerê hat definkirin.