HDP: Divê aştiya civakî nebe qurbana lîstikên desthilatdariyê

HDP’ê êrîşa leşkeran a li Goleyê şermezar kir. HDP’ê got, "Em vê êrîşa li hember sivîlan û êrîşên bi vî awayî, wek xwepêşaneke biryardariya hêzên pêşeroja xwe di şer de dibînin dinirxînin.”

HDP’ê êrîşa leşkeran a li Goleyê şermezar kir, ji bo Kamber Morkoç ê jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest. HDP’ê got, "Em vê êrîşa li hember sivîlan û êrîşên bi vî awayî, wek xwepêşaneke biryardariya hêzên pêşeroja xwe di şer de dibînin dinirxînin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP)’ê, têkildarî êrîşa leşkeran a li navçeya Gole ya Erdexan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'BIRYARDARIYA XWE YA DI ŞER DE NÎŞAN DAN!'

HDP’ê got: "Dihat zanîn ku di rojên dawî de ji bajarê Qers, Erzirom û Erdexanê leşker sewqî herêmê kirine û amadekariyên operasyonê dikin. "Em vê êrîşa li hember sivîlan û êrîşên bi vî awayî, wek xwepêşaneke biryardariya hêzên pêşeroja xwe di şer de dibînin dinirxînin. Em bang li rayedaran dikin ku dest ji terorîzekirina gel û şkandina îradeya aştiyê berdin. Li şûna rêveberiya têgehan ji bo bûyer ronî bibin û berpirsyar derkevin pêşberî darazê bixebitin.”

'DIVÊ HIKÛMETA NÛ JI BO PÊŞVEBIRINA PÊVAJOYÊ BIXEBITE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê partiyên siyasî yên li Meclîsê, ji bo avakirina hikûmeteke rewa ya bi baldarî li ser pirsgirêkên welêt bisekine, ji dil bixebitin û hat gotin, "Hikûmeta nû ya bê avakirin, ji bo rîskên provokasyonê yên gefê li aştiya civakî dixwin ji holê rake, ji bo pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk û mayîndekirina aştiya civakî, pêwîste bi lezgînî û bernameyeke berfireh re dest bi kar bike. Di rewşeke berevajî de wê zextên ku sîstema parlamenteriyê bêîstiqrar dikin, bi ser bikevin. Yek ji wezîfeyên dîrokî yên li pêşiya meclîsa nû ew e, ku nehêle aştiya civakî bibe qurbanê lîstikên desthilatdariyê."

'EM Ê NEHÊLIN XWE LI GULIYÊ ŞER BIGIRIN'

HDP'ê destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin ji bo hêzên ji azadî û demokrasiyê tirsin xwe li guliyê şer negirin û got, "Em vê êrîşa menfur şermezar dikin û dixwazin berpirsyarên êrîşê tavilê bên aşkerakirin û cezakirin. Bila rehma Xwedê li Kamber Morkoç ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da be. Em ji xizmên wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, ji welatiyên xwe yên birîndar jî şîfa xêrê dixwazin."