Li Golanê leşkerên Tirk gule li mînîbusê reşandin-HAT NÛKIRIN
Li navçeya Erdexan Golanê, leşkerên Tirk ên derketin operasyonê gule li mînîbûsa gundiyên Gundikê yên derketin zozanan reşandin.
Li navçeya Erdexan Golanê, leşkerên Tirk ên derketin operasyonê gule li mînîbûsa gundiyên Gundikê yên derketin zozanan reşandin.
Li navçeya Erdexan Golanê, leşkerên Tirk ên derketin operasyonê gule li mînîbûsa gundiyên Gundikê yên derketin zozanan reşandin. Di encama gulereşandinê de Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da, Sabrî Morkoç û Altan Akin birîndar bûn.
Li gundê Gundikê yê navçeya Erdexan Golanê, leşkerên ev 2 roj in li herêmê derketine operasyonê, gule li mînîbusa welatiyên sivîl reşandin. Di encama gulereşandinê de Kamber Morkoç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, welatiyên bi navê Sabrî Morkoç û Altan Akin jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Kamber Morkoç, Sabrî Morkoç û Altan Akin saet di 08.00 de ji bo biçin zozanan li mînîbusê siwar bûn û ji gund ber bi zozanan ve bi rê ketin. Hat ragihnadin ku leşkerên berî 2 rojan ji Erdexan û Golanê hatibûn û li daristanê ser sînorê Erzîromê bi cih bûbûn bi çekên giran gule li mînîbusa her sê welatî tê de bûn reşandin. Li ser vê gulebaranê wesayît rawestiya û leşker hatin cem mînîbusê. Leşker bêyî ku mudaxaleyî birîndaran bike ji wir çûn. Kamber Morkoç (70) tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da. Sabrî Morkoç ji sînga xwe û Altan Akin jî ji zikê xwe birîndar bû. Akin bi halê xwe yê birindarî wesayît ajot û anî Nexweşxaneya Dewletê ya Golanê. Piştî mudaxaleya destpêkê ya li Golanê ji wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatin kirin.
Her wiha leşkerên ku derketibûn operasyonê beriya gulebaranê welatiyên gundê Senemoglûyê yên diçûn zozanan rawestandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Leşkeran heqaret li welatiyên li hemberî pêkanînên derketin kirin.