KCD’ê destek da berxwedana li dijî ‘Rêya Kesk’

Komîsyona Ekolojiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), destek da berxwedana li dijî ‘Rêya Kesk’ û madena zêran a Derya Reş.

Di daxuyaniya ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye dayîn de  hat diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê û sermaye li her qadê xweza û gelan qetil dikin û hat ragihandin ku li Mûnzûr, Ilisû, Derya Reş, Akkûyû, Sînop, Farqîn û Alîagayê bi hêrsa karê, xakê dike meta û dest dide ser van qadan. 

Hat destnîşan kirin ku têkoşîna li  Derya Reş tê dayîn, ji bo gelan dibe mînak û wiha hate gotin: 

"Têkoşînên bi salane li Derya Reş tên dayîn êdî navê ‘Rêya Kesk’ li madenan dike û êdî ber bi rêyên madenê ve berfireh dibe. Ev êrîş li erdnîgariya Kurdan jî didome. Berxwedan li van deran jî tên dayîn. Em dizanin ku pêşengiya berxwedanê li Derya Reş jî li Kurdistanê jî jin didin. Yên êrîşan pêk tînin jî sermaye û desthilatdariya AKP’ê ye."

KCD’ê di berdewamiyê de da zanîn ku di sala 2013’an de di dema berxwedana kalekola navçeya Liceyê ya Amedê de Medenî Yildirim, li Derya Reş jî di dema protestoyan de Metîn Lokûmcû hatiye qetilkirinê û hat gotin ku ew êrîşên bi destê dewletê tê kirin gelek baş dizanin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wek Komîsyona KCD’ê dibêjin ku heta xwezaya Derya Reş û Kurdistanê azad nebe wê gel azad nebe. Derya Reş azad nebe Kurdistan jî azad nabe. Erdnîgarî ji hev nabin. Her tişt bi hev re digere. Em jî bi têkoşînê dikarin xwe azad bikin."