Hevdîtina AKP û CHP’ê ya ji bo koalîsyonê bi dawî bû
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû hevdîtînên têkildarî hikûmeta koalîsyonê bi CHP’ê destpê kir.
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû hevdîtînên têkildarî hikûmeta koalîsyonê bi CHP’ê destpê kir.
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû hevdîtînên têkildarî hikûmeta koalîsyonê bi CHP’ê destpê kir.
Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglu yê ji bo avakirina hikûmetê ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hatiye wezîfedarkirin, dest bi hevdîtinan. Davûtoglû û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kilçcdaroglû li Navenda Giştî ya CHP’ê civiyan. Di hevdîtinê de Alîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Parlamentera AKP’ê Ayşe Nûr Bahçekapali jî amade bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî destpê kir. Li gel Kiliçdaroglû, li ser navê CHP’ê Alîkarê Serokatiya CHP’ê Halûk Koç, Selîn Boke, Faîk Oztrak û Parlamenterê Stenbolê yê CHP’ê Akîf Hamzaçebî jî amade bûn.
WÊ DAVÛTOGLÛ CİVÎNA ÇAPEMENIYÊ LI DAR BIXE
Piştî hevdîtina saetek û nîvê Davûtoglû û yên li gel ji avahiya Navenda Giştî ya CHP’ê veqetiyan.
Çavlirê ye Davûtoglû li avahiya Navendî ya Giştî ya CHP’ê civîneke çapemeniyê pêk bîne.
Davûtoglû wê gera xwe ya ji bo koalîsyonê sibê jî dewam bike. Davûtoglû wê sibe bi Serokê Giştî yê MHP’ê re, bê gel hev. Roja Çarşemê jî wê bi Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re rûne.