Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Kongreya xwe ya 9’emîn bi şîara “Em bi Jin, Jiyan, Azadî re Siyaseta Demokratîk Dihonin” li bajarê Zurih ê Swîsreyê li dar xist. Gelek delege beşdarî kongreya ku li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurihê hate lidarxistin bûn. Di binesaziya YJK-S’ê de 5 meclîs, 5 komun û 5 înîsiyatîf cih digrin.
Kongre di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin.
KJK: EM DI PÊVAJOYA BERXWEDANA BIRÊXISTINKIRÎ DE NE
Di kongreyê de metna perspektîfê ku Koordînasyona Civata Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) şandibû hate xwendin. Di metnê de hate destnîşankirin ku rîskên serdema nû hene lê ew ê wekî Tevgera Jinên Kurd heta dawî xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Di perspektîfa KJK’ê de wiha hate gotin: “Em ê pêvajoya nû bi awayekî xurttir rêxistinbûnê ava bikin. Rêber Apo bi însîyatîf girtinê vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Eger dewlet gavê neavêje em ê li ser bingeha xweparastinê têkoşîna xwe bidomînin.”
AYTEN KAPLAN: TEVGERA JINÊN KURD WÊ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERBIKEKVE
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan bi bîr xist ku Rêber Apo ji 1993’an ve di nava lêgerîna çareseriya aştiyane ye û diyar kir ku serdema nû ji bo jinan krîtîk e. Ayten Kaplan diyar kir ku divê jin di vê pêvajoyê de rolekî çalak bigirin û wiha got: “Jin berdewamkirina wekhevî û azadiyê ne. Eger ev tevger ev qas mezin bûye para jinan di vê yekê de mezin e.”
Ayten Kaplan got ku dewleta Tirk hîna ti gavekî şênber neavêtiye, lê gel xwedî li vê pêvajoyê derdikeve û wiha got: “Eger em birêxistin bibin û tevlî pêvajoyê bibin wê dewlet neçar bimîne ku gavê biavêje.”
Di kongreyê de gelek delege nerînên xwe yên têkildarî pêvajoyê anîn ser ziman. Îsmîxan Ok û Dondu Engîn ku li ser navê Dayikên Aştiyê axivîn û gotin: "Em bi Rêber Apo bawerin."
SÛKRAN SÎNCAR: PARADÎGMAYA RÊBER APO STRATEJÎK E
Endama TJK-S’ê Şukran Sîncar jî diyar kir ku pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin ne taktîkî, lê guhertina paradîgmaya ya stratejîk e. Kaplan destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd wê di pêvajoya nû de berpirsyarî bigre.
RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN
Piştî ku raporên xebatê û malî hatin xwendin û erêkirin, rêveberiya nû hate hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.