Çalakiya dagirkirina kûleya petrolê di roja 5. de ye

Çalakiya dagirkirinê ya karkerên TPIC a li Midûriyeta Herêma Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê, di roja 5. de dewam dike. Tê gotin, karkerên germa 40 pileyî de li kûleya petrolê nobed girtin, deqeyek beriya fitarê li êrîşa polîsan rast hatin.

Çalakiya dagirkirinê ya karkerên TPIC a li Midûriyeta Herêma Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê, di roja 5. de dewam dike. Tê gotin, karkerên germa 40 pileyî de li kûleya petrolê nobed girtin, deqeyek beriya fitarê li êrîşa polîsan rast hatin. Yek ji karkerên TPIC'ê di dema hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de li qada mîtîngê daxwaza mafê xwe kiribû, lê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jê re gotibû 'nankor'.

Karkerên TPIC'ê yên ji kar hatin derxistin, çalakiya xwe ya dagirkirina kûleya lêgerîna petrolê ya li Midûriyeta Herêma Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê di roja 5. de dewam dikin. Karkerên ku di nava germa 40 pileyî de li TPEO çalakiya xwe dewam dikin, anîn ziman ku deqeyek beriya fitarê ew li êrîşa polîsan a rûtîn rast tên. Ji ber ku lûleya petrolê bi sedan metreyan bilind e, karker nikarin jê bên daxistin. Lê belê karker li êrîşa bi fîşekên plastîk ên polîsan rast tên. Her wiha destûr ji karkerên TPEO re nayê dayîn ku ji bo xwarin û vexwarina fitarê bikevin hundir. Yek ji van karkeran di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, di mîtînga Serokkomar Erdogan de ji bo li mafên xwe bigere pankart vekiribû, lê ji aliyê Erdogan ve bi 'nankoriyê' hatibû sûcdarkirin. Ji bo karker ji nû ve li karê xwe vegerin nûnerên sendîka û rêveberên partiya siyasî xwestin bi Wezareta Enerjiyê re hevdîtinê bikin, lê belê li gorî agahiyan daxwaza vê hevdîtinê nehatiye qebûlkirin. Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Taner Yildiz ji karkeran re got, "Kûleyê biterikînin, zerarê nedin malê dewletê". Li ser vê yekê karkeran gotin, "Me ev kûleyên lêgerîna li petrolê ava kirin".

Serokê Şaxê Êlihê yê Sendîkaya Petrol-Îşê Mûstafa Tekîk bi karkerên li kûleya petrolê re hevdîtin kir û mexdûriyeta karkerên TPIC'ê ji ANF'ê re vegot. Tekîk got, "Berxwedana karkerên TPIC'ê dewam dike. Hin jê 10 sal in, hin jê 15, hin jî 20 sal in li vê sektorê dixebitin û debara xwe dikin. Hikûmeta AKP'ê di sala dawî de mixabin buhayê petrolê kir bahane û dawî li karê kedkarên TPIC'ê anî. Bê guman kedkarên TPIC'ê ev saleke têkoşîna rêxistinî û sendîkayê dimeşandin. Lê belê bi feneke saziyên cemaweriyê re hemû kedkarên TPIC'ê weke garson, karkerên paqijiyê û komî hatibûn nîşandan. Xwestin pêşî li endambûyîna van hevalên me li Sendîkaya Petrol-Îşê bigirin. Di vê mijarê de pêvajoya hiqûqî dewam dike."

'BI FERMANA WEZARETA ENERJIYÊ RE PEYMANA WAN A KAR HAT BETALKIRIN'

Tekîk anî ziman ku hikûmeta AKP bi avakirina 'şîrketa alîgir' re li şûna mirovên ji kar derdixînin yên nêzî xwe bicih dike û destnîşan kir ku heta karê karkeran ji wan re neyê dayîn, ew ê berxwedana xwe dewam bikin. Tekîk got, "Hikûmeta AKP'ê bi fermana Wezareta Enerjiyê re ji 30'ê Hezîranê û pê ve peymanên karkeran ên kar betal kir. Ber bi fesihkirina TPIC'ê ve diçin. Li gel vê yekê TPEO di bin sîwana xwe de TPIC a nû ava kir. Ev şîrketa ku navê wê TMOP e mixabin, xizmên hin siyasetmedaran digire kar."

Tekîk di dewama axaftina xwe de got, "Dixwazim bendewariyên rêxistinên civakî yên sivîl û hin partiyên siyasî yên li Êlihê aşkera bikim. Ev berxwedan dibe ku îro yan jî sibe li vir biqede, lê wê ji nişka ve li cihekî din dewam bike. Heta ku karê van hevalên me ji wan re bê dayîn, wê berxwedan dewam bike."

Li aliyê din nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, karkerên li ber xwe didin ziyaret dikin û destekê didin wan.

...