ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Li Artemêtan û Serêkaniyê 5 kes hatin binçavkirin. -
Têkildarî qetilkirina Mustefayê Kobaniyî 2 kes hatin girtin
Li Edeneyê têkildarî qetilkirina Muhammed Mustefa yê Kobaniyî ji 3 kesên hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin 2 kes hatin girtin. -
Kişanak: Pêwîst e Heskîfê bikeve lîsteya UNESCO
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak diyar kir ku ji bo Heskîfê ji aliyê UNESCO ve were parastin wê têbikoşin. -
Parêzeran tecrîda Îmrali şermezar kirin
Parêzerên OHD û MHD'ê li Stenbol, Amed, Wan, Enqere, Êlih û Mêrdînê li ber edliyeyan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin. -
NAV-DEM: Azadiya Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê karê me yê bingehîn be
Hat ragihandin ku di civîna Desteya Rêveber a NAV-DEM'ê de biryar hatine dayîn ku bi giranî xebatên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, azadiya Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK'ê werin meşandin. -
Beştaş êrîşên li Edene û Mersînê xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Beştaş êrîşên bombeyî yên li Edene û Mersînê li hemberî partiya wan hatin kirin, xist rojeva Meclîsê. Beştaş ji hikûmetê pirsî ku çima tedbîr negirtiye û li aqûbeta lêpirsînê pirsî. -
Tuncel ji doza dihat darizandin beraet bû
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel di doza berê bi îdîaya "endama rêxistinê ye" ceza girtibû û piştî Dadgeha Destûra Bingehîn ceza xera kir, ji nû ve hat darizandin û di dozê de biryara beraetê hat dayîn. -
HRRK êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî kampanya reşkirinê û êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir. -
Coldhackers tecrîd protesto kir
Coldhackers, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike, 500 malperên înternetê yên dewleta Tirk hacker kir û mesaj lê bicih kir. -
HDP'ê rewşa karkerên TPIC'ê pirsî
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan diyar kir ku TPIC biryar daye li hin bîrên lêgerîna petrolê raweste û heqdestê personelan 6 mehan di ser kêmtirîn mûçe de bide. Atalan ev biryara TPIC'ê ji Wezîr Taner Yildiz pirsî. -
Du endamên Tûgaya Enternasyonalîst li Spanyayê hatin binçavkirin
Du kesên di nav refên Tûgaya Enternasyonalîst de li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin, îro li Spanyayê hatin binçavkirin. -
HDP: Ji komkujiya Manîsa AKP berpirsyar e
HDP’ê diyar kir ku berpirsyarê serekê yê komkujiya karkeran a Manîsayê AKP ye û ji bo karê patronan şert û mercên koletiyê tê ferzkrin. -
Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyan êrîşî Roboskiyan kirin
Leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî gelê ku li Roboskê meş pêk dianî kirin û welatiyê bi navê Îsa Encu birîndar kirin. -
Tirkiyeyê careke din bi qerta Tirkmenan lîst
Di demeke ku amadekariyên hikûmeta AKP'ê yên ji bo şerekî nû li hemberî Rojava û Sûriyeyê bimeşîne dewam dike de, Tirkmenên Sûriyeyî li Dîlokê hatin cem hev û biryar dan artêşê ava bikin. -
TKP/ML, ji bo protestokirina operasyonên dewleta Elman bang kir
Komîteya Navendî ya TKP- ML, têkildarî operasyonên hemwext ên di 15’ê Nîsanê de bi fermana Wezareta Dadê ya Elmanyayê li dijî xebatkarê partiyê pêk hatin, daxuyaniyek nivîskî da. -
Tecrîda li ser Ocalan li Tambovê hat protestokirin
Li herêma Pervomaysk a bajarê Tambov ê Rûsyayê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
'Nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê çima kêm dibe?'
Parlamenterê HDP'ê Atalan, mijara kêmbûna nifûsa Êzidiyên li Tirkiyeyê û statuya penaberiyê xist rojeva Meclîsê. -
Ji bo sohbetê gazî girtiyên siyasî kirin û şandin sirgûnê!
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê xist rojeva meclîsê. -
Li deriyê sînor ê Cerablûsê teqîna dijwar!
Li deriyê sînor ê di navbera Cerablûs û Karkamişê de, li aliyê Sûriyeyê teqîneke gelekî dijwar rû da. Hat ragihandin ku di teqînê de serçeteyekî DAIŞ'ê yê bi navê Evdilrehman miriye. -
Dogan ê HDP'yî: Gunehê karkerên mirin di stûyê desthilatdariyê de ye
Parlamenterê HDP'ê Dogan nerazîbûn nîşanî komkujiya karkeran a li Manîsayê da û got, "Gunehê karkerên çandiniyê yên jiyana xwe ji dest dan, di stûyê desthilatdariya di vê mijarê de sererastkirin nekiriye, de ye." -
Komkujî dîsa hat serê karkeran: 15 mirî
Li navçeya Manîsa Golmarmarayê, TIR li qemyona karkerên çandiniyê tê de bû qelibî. Di qezayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Helebê şerê dijwar
Li Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û 12 komên çete de, ku yek ji wan Cebhet El Nûsra ye, dewam dike. -
Kobaniyê li Edeneyê rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da
Kobaniyê bi navê Mehmet Mûstafa yê li Edeneyê ji ber êrîşa çekdarî bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Li St. Polten û Viyanayê bîranîna Sêwasê
Li bajarên St. Polten û Viyana yên Awûstûryayê, qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn. -
Kurdekî din bi gumanbarî li leşkeriyê întixar kir
Leşkerekî li Fermandariya Yekîneya Desteka Lojîstîk a Dîkmenê leşkeriya ji neçarî dikir, danê êvarê di dema nobedê de întixar kir.