Ji damezrînerên PKK’ê Kaytan û Altûn li Hamburgê hatin bibîranîn
Di çalakiya bîranînê ya li Hamburgê de soz hate dayîn ku xwedî li mîrateya têkoşîna ya ji damezrîner û rêveberên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn were derketin.
Di çalakiya bîranînê ya li Hamburgê de soz hate dayîn ku xwedî li mîrateya têkoşîna ya ji damezrîner û rêveberên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn were derketin.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Çalakî li salona Harburg ê Hamburgê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hamburgê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKTM) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê ve hate lidarxistin. Salona bîranînê bi posterên kadroyên pêşeng ên PKK’ê hate xemilandin
Çalakî di saet 14:00’an de di şexsê Kaytan û Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di destpêka çalakiyê de nameya Rêber Apo ya ji bo şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate xwendin û nameyên birayê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan hatin xwendin ku li Girtîgeha Boluyê mehkûmê cezayê heta hetayî ye.
SELMA KAYTAN: WEKÎ MIROVÊN HERÎ DEWLEMEND ÊN CÎHANÊ JI NAV ME DE ÇÛN
Xwişka Alî Haydar Kaytan, Selma Kaytan axaftina ewil a bîranînê kir û wiha got: “Birayê min Alî Haydar Kaytan emrê xwe yê 52 salî fedayî vê têkoşînê kir, bi serbilindî ji nav me çû. Ev ne tenê birayê min di heman demê de hevrêyê min ê têkoşînê bû. Rast nabe ku em ji mirovên ku di vê oxiriê de şehîd bûne re bêjin ‘mir.’ Heval Fûat pir girêdayî welat, ax û nirxên xwe bû; ji bo me çavkaniya moral û hezkirinê bû. Ew û heval Riza wekî derwêşên lêgerîna heqîqetê bûn. Di aliyê manewî de wekî mirovên herî dewlemend ên cîhanê ji nav me çûn. Mîrateya mirovahiyê ji me re hiştin. Em wekî malbat û gel careke din soz didin ku em ê her tim bibin xwedî têkoşînekî layiqê wan.”
GOYÎ: EM Ê GIRÊDAYÎ MÎRATEYA WAN XWE BIRÊXISTIN BIKIN
Piştre li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cahîde Goyî axivî û destnîşan kir ku şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn windahiyekî mezin e û wiiha got: “Li cihê ku têkoşîn lê hebe şehadet bivê nevê ye. Ew bi bawerkirina li destan û pîroziya PKK’ê tevlî vê têkoşînê bûn. Em di şexsê wan de gelek tişt deyndarê hemû şehîdên xwe ne û em ê her tim mînetdarê wan bin. Ew ji me re mîrateyekî bi rûmet û di heman demê de berpirsyariyekî giran hiştin û ji nav me çûn. Çîrokên wan heta azadiya welat û xaka me dewam bike. Em ê li ser bingeha girêdanbûna wan tu car teslîmî tarîtiyê nebin. Em ê girêdayî mîrateya ku ew ji me re hiştine bin û ji her demê zêdetir hevdu hez bikin û birêxistin bibin.”
Siyasetmedar Nîhat Akdogan jî wiha got: “Ez van pêşengên ku di tevahiya 52 salan de têkoşiyane bi rêzdarî bi bîr tînim. Bila serê Serok Apo, malbat û hemû gelê me sax be. Em ê şehîdên xwe wekî qehremanan di têkoşîna xwe de zindî bikin.”
Akdogan Sirri Surreya Onder jî bi bîr anî û wiha got: “Evîndarê aştiyê bû. Aştiya Kurdistanê xeyalê me yê herî mezin e. Di vê oxirê de divê em hemû erk û berpirsyarî bigrin.”
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Zindana” hatin berzkirin.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi dawî bû.