‘Em ê nehêlin ala zimanê Kurdî di bin lingê dagirkeran de binale’

Li Şirnex, Amed û Stenbolê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî hatin lidarxistin û peyama, “Em ê nehêlin ala zimanê Kurdî di bin lingê dagirkeran de binale” hat dayîn.

Li Şirnex, Amed û Stenbolê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî hatin lidarxistin.

ŞIRNEX

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Pêşvabirana Ziman û Çandê (KurdîGeh) têkîldarî bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şîara, “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” bernamya konvoy, şahî, meş li darxist û piştrê jî daxuyanî da. Bername li ber Medreseya Feqiyê Teyran a navçeya Basayê ya Şirexê dest pê kir. Li wir şahî hat lidarxistin. Hevberdevkê Lîjneya Ziman, Çand û Hunerê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbihar, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, sazî û rêxistinên civakî, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî bûn.

Li ber Medreseya Feqiyê Teyran govend gerandin û şahiyek li darxistin. Di şahiyê de pankarta li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” dinivisî hat vêkirin. Li ber medresya Feqiyê Teyran Hevberdevkê Lîjneya Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partî Heval Dilbihar axivî û ev tişt gotin: “Bi daxwaza statuya kurdî û perwerdehiya Kurdî çalakiya meşe li dar dixînin. Em niha li ber medereseya Feqiyê Teyran in. Feqiyê Teyran bi slan li vir xwendekarî û mamostetî kir. Ew mamosteye gelek mamosteyan e. Em dibêjin gul, rehan û hekim tu ye. Ew hekimtiya te bi Kurdî hatiyê hunandin  Behna Kurdî medreseya te tê. Em soz didin em ê nehêlin ala zimanê Kurdî di bin lingê dagirkeran de binale. Em ê ala zimanê Kurdi li her derê bigerînin.”

Piştrê jî girse bi konvoyan bi rê ketin û hatin ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a navçeya Cizîrê. Girseyê di konvoyê de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Perwerdehiya zimanê Kurdî dixwazin” vekirin û dirûşim berzkirin. Girseyê li ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek heta ber Medreseya Sor a Melêyê Cizîrî meşiyan. Di meşê de stran gotin û dirûşmeyên, “Bijî zimanê Kurdî”, “Bê Kurdî jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kolca ve hat xwendin. Evîn Kolca anî ziman ku bi sedan sal in li ser zimanê kurdî polîtikayên tinehesibandinê tên meşandin û wiha got: “Em Kurd bi ti awayî destûr nadin ku zimanê Kurdî bê helandin û tinekirin. Jiyaneke bê Kurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî ye. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Mifteya azadiya me ye. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û jêneger e. Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li ti tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

Di berdewama axaftina xwe de Evîn Kolca bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û ev tişt anîn ziman: “Heta ku mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî neyên naskirin û hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafên Kurdan ji holê neyên rakirin aştî û civateke demokratîk pêk nayê. Ji bo ku ev yek pêk bê, divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi her awayî bê rakirin, şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin.”

DAXWAZ

Evîn Kolca daxwazên xwe xal bi xal wiha vegot: “*Divê statuya Kurdî di makezagon û zagonan de bê qebûlkirin.

*Divê ji zarokxaneyan heta zanîngehan di hemû merheleyan de perwerdehiya bi Kurdî pêk bê.

*Divê hemû qedexe û astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya Kurdî bên rakirin; Kurdî li her sazî û qadên fermî, civakî û jiyanî ji her milî ve serbest û azad be.

* Divê hemû navên cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê hatine tirkîkirin, dîsa li Kurdî bên vegerandin. Bêguman ji bo pêkanîna van daxwazan em Kurd dê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe zêdetir û berfirehtir bikin. Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin.”

Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Em weke gelê Kurd perwerdehi û Statuya Zimanê Kurdî dixwazin. Tu dewletan nekariye li sere dijminatiya zimanan de serbikeve. Dewleta Tirk ji nikare bi ser bikeve. Em di ve pêvajoyê de dibêjin divê astengiyên pêşya Kurdî rabin û mafê perwerdehiya Kurdî be naskirin. Heta mafê perwerdehiya zimanê Kurdî be naskirin têkoşîna me wê bidomê.”

Heval Dilbihar jî destnîşan kir ku ew ê  nêhelin zimanê Kurdî ji holê rabe û wiha pê dê çû: “Me bejna xwe li ber dagirker u kedxwaran netewand. Em careke tên dinyayê û madem em careke tên dinyayê em ê serfiraz bijîn. Serfirazî ew ê ku ziman, çand û parastina Welat e. Em Kurd bê ziman nabin. Heke zimanê Kurdî nebe pêşeroja Kurdan welatê me wê bibe goristan. Em soz didin xwedeya rojê û erd û esmanan ku em ê nêhelin ku tu hez zimanê me tine bike. Dewleta Tirk xwest zimanê me ji holê rake. Em li vir bang dikin; wê xwest zimanê Kurdî ji holê rakin û gelê Kurd tine bikin lê wê nekarî. Wê demê divê hûn dev jê berdin. Em li gel banga Rêzdar Abdullah Ocalan in. Lê heke dewlet bixwaze aştî û demokrasiyî pêş bikeve divê tecrida li ser rêzdar Ocalan û zimanê Kurdî rabe. Divê perwerdehiya zimanê Kurdî be naskirin. Banga me li hemû gel ew ê, ji partî, şeredarî û hemû beşên civakê re ew ê em zimanê Kurdî bikin jiyan û têkoşînê. Me bi hezaran şehîd da lê em nahêlin zimanê Kurdî şehîd bikeve.”

Daxuyanî li ber Medreseya Sor bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendan bi dawî bû.

AMED

Li Amed jî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED DER) û Şaredariya Pîranê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gundê Himbêlê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de dersên tîpên zimanê Kurdî hatin dayîn û zarokan stranên Kurdî gotin.

STENBOL

Navenda Çanda Mezoptamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînêên Kurdî û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Kadikoy a Stenbolê li Parka Yogurtçu bernameyek li dar xist. Di bernameyê de “Ziman hebûna me ye”, “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat daliqandin.

Bername bi atolyeya zarokan pêk hat.  Piştre welatiyan ligel stranan tevî baranê govend gerandin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan axivî û da zanîn ku ziman pêşeroje, nasnameye û divê xwedî lê bê derketin. Remziye Alparslan got ger xwedî lê neyê derketin wê ziman tine bibe.

Xebatkara NÇM’ê Mizgîn Duruk jî bi lêv kir ku wê her tim zimanê xwe biparêzin, pêşengiya ziman bikin û got ziman nasnameya wan e.

Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Sumeyye Boz jî got ji bo statuya fermî ya Kurdî têdikoşin û got di qada ziman de xebatan didomînin.

Piştre dengbêj Evîn Sindî, Erdogan Emîr, komara Vejîn,Koma Vora, Koma Mezra Botan, Siya Şevê Akustîk, hunermendên NÇM û Koma Avna stranên xwe gotin.

Her dawî jî kurtefîlma bi navê “Çerx” hat nîşandan.