Ekîba ICOR li ser navê mirovahiyê diçe Kobanê

Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ku destekê dide ji nû ve avabûna Kobanê, xebatên xwe bê navber didomîne.

Bi organîzasyona Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) re ekîbek hat amadekirin û ji bo beşdarî xebatên navenda tenduristiyê ya tê plankirin li Kobanê bên çêkirin bibe,  li Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd a Wuppertal bi Kurd û dostên wan re hatin cem hev.

Gele Kurd û dostên Kurdan beşdarî bernameyê bûn.

Ji bo kesên di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û hevserokê Navenda Civaka Kurd a Wuppertalê Savci Azar axaftina vekirinê kir. Azar got: “Li dijî êrîşên li hemberî Kurdan, dostên me yên Elman di rojeke wisa de em tenê nehiştin. Em gelek kêfxweşin.”

RÊVEBERIYA TIRK JI BO  ÊRÎŞÎ KURDAN BIKE AMADE YE

Hevseroka Giştî ya MLPD’ê Monîka Gortner ji ANF’ê re axivî û got: “Divê em Kobanê tenê li dijî DAIŞ’ê nebînin. Di heman demê de divê em wek sembolekê bibînin.”

Gortner diyar kir xebatên ICOR’ê ji bo têkoşîn û serketina Kobanê peywireke mirovahiyê ye û got: “Ev alîkariyeke mirovî ye. Divê Tirkiye jî deriyê xwe yê alîkariyê veke. Alavên me ji Elmanyayê şandine, Tirkiyeyê tên rawestandin. Divê dewleta Tirk destûrê bide. Ev hemû parçeyên şer in. Em ê li dijî vê têbikoşin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi ti awayî naxwaze li Rojava rêveberiyeke Kurd bê avakirin. Niha Erdogan bi tanq û tifingan amade ye ku êrîşê Rêveberiya Kurd bike. Dil dixwest ku Erdogan û Rêveberiya Kurd bi hev bigirta. Niha bi qasî em dizanin Tirkiye alîkariyê de komkujiyên DAIŞ’ê.”

Teknîsyena Mekanîk Anna G. ya diçe Kobanê jî wiha got: “Em ji bo destek û piştevaniyê diçin Kobanê. Em piştevaniyê tenê bi protestoyê têr nabînin. Em ji bo piştevaniyê diçin Kobanê. Em li dijî DAIŞ’ê hene. Em ê li wir navendek tenduristiyê ava bikin. Em ê xizmetê bidin gel.”

Muzîkjenên Elman jî muzîka xwe pêşkêş kirin. Piştre li Mizgefta Ehmedê Xanî xwarina fitarê hat dayîn.

...