HDP'ê bûyerên li Amedê ji hikûmetê pirsî

Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp, bûyerên li dû kuştina Serokê Yenî Îhya-Der'ê li Amedê qewimîn, xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, bûyerên li dû kuştina Serokê Yenî Îhya-Der'ê li Amedê qewimîn, xist rojeva Meclîsê.

Yîgîtalp li ser mijarê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir û bersiva van pirsan jê xwest:

"Kes an jî kesên Serokê Îhya-Der'ê Aytaş Baran li semta Şehîtlîk a Amedê bi çekê kuştin û yên pê dan kirin hatiye tespîtkirin?

Piştî kuştina Aytaş Baran, tevî ku li gelek deverênbajêr maşînên zirxî yên akrep û toma hatin bicihkirin jî, komên bi çekan digeriyan, endamên HDP'ê Bayram Dagtan ji sîngê, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen ji serî û Fesîh Çinar jî ji pişt stû ve bi guleyan kuştin. Ji bo tespîtkirin û girtina kujerên ev her çar welatiyên me qetil kirin, lêpirsînek hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin, di kîjan astê de ye?

Di bûyeran de 7 jê bi çekê bi giştî 11 welatiyên me birîndar bûne. Der barê van êrîşên çekdarî û birîndarkirinan de hewldaneke qanûnî hatiye destpêkirin? Hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?

Kesên piştî bûyeran hatin binçavkirin û ji aliyê Dadgeriya ceza ya Sûlhê ya Nobedar a Amedê ve hatine girtin kî ne? Di nava van de kujer an jî bersûcên qetilkirina Serokê Îhya-Derê Aytaş Baran an jî endamên HDP'ê Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî, Emîn Ensen û Fesîh Çinar hene? Bi van bersûcan re welatiyên me yên di êrîşê de birîndar bûne, hatine girtin?

Êrîşên koma çekdar a piştî kuştina Aytaç Baran li hemberî kes û saziyan, xuyaye ji berê ve hatine plankirin. Di navbera agahiyan êrîşê ya beriya kuştina Aytaş Baran û êrîşên vê koma heman piştî kuştina Aytaç Baran êrîşî sazî û kesan kirin, pêwendiyeke çawa heye?

Li taxa Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev, mal hatin nîşankirin û fîşeka çifteyê danîn ber deriyê malan. Di vê der barê de lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Dema cenazeyê Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî hat wergirtin û bi awayekî konvoyê dibirin Meydana Deriyê Çiyê, li pêş çavê polîsan komek ji 100 kesî ku di destê wan de kalaşnîkov hebû gule berdan hewayê, gef li derdorê xwarin û ji bo rêxistina terorê Hîzbûllahê dirûşme qîriyan. Tevî ku polîsan ev dîtin, çima dest lê wernedan? Der barê polîsên dest li vê wernedane de lêpirsîn hatiye destpêkirin?"