Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetikirin, bipirsin û bi daxwaza darizandina kujeran, di hefteya 1052’yan a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di çavan de hatine windakirin, li qadê kom bûn û ji bo Mehmet Selîm Orhan û Hasan Orhan ku birayê hev in û biraziyê wan Cezayîr Orhan edalet xwestin ku 24’ê Gulana 1994’an li navçeya Pasûr a Amedê hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin.
Besna Tosûn daxuyanî xwend û diyar kir ku bêdengî hevkariya sûc e.