ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîdê Pirsûsê Okan Pîrînç tê veşartin
Cenazeyê Okan Pîrînç ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Antakyayê tê veşartin. -
Şehîd ber bi warên xwe ve hatin bi rê kirin
Hejmara mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi Polen Unlu re bû 32. Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatan hatin kirin û ber bi warên xwe ve hatin bi rê kirin. Cenaze bi dirûşma 'Kujer DAIŞ, hevkar AKP' teslîm hatin girtin. -
'Komkujî li dijî mirovahiyê hatiye kirin; AKP û DAIŞ berpirsyar in’
Nerazîbûnên li dijî komkujiya ciwanên sosyalîst a li Pirûsê didomin. Gelek saziyan daxuyaniyanî dan û diyar kirin ku di komkujiyê de rola dewleta Tirk heye. Saziyan peyama 'şoreşa Rojava wê neyê têkbirin' dan. -
Li Meydana Galatasarayê komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ya li dijî ciwanên sosyalîst, li Meydana Galatasarayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. -
Tevgera leşkerî zêde dibe
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla zêde dibe. -
AvEG: Ji komkujiyê dewleta Tirk jî berpirse
AvEG-Kon, êrîşa li Pirsûsê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk ji pêkanîna vê komkujiyê rasterast berpirse.” -
‘Gelo ji bo ji Koma Cîner re hewza bên vekirin, şewat hat derxistin?’
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî şewata ku leşkeran li Çiyayê Cûdî derxistiye pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu. -
Kaplan: Gelek mirî û birîndar hene
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku teqîna li nava 300 ciwanên sosyalîst ên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê, ji ber bombeya zindî rû daye. -
Li Pirsûsê teqîn-TÊ NÛKIRIN
Li Navenda Çandê ya Amara, ku 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin duh ji Stenbolê hatin navçeya Riha Pirsûsê lê diman, teqînekê rû da. -
Haccaciyan leşkerên rejîmê kuştin
Koma bi navê Haccaciyan a di nava rejîma Sûriyeyê de cih digire û ser bi Îranê ve ye, duh danê nîvro sê leşkerên rejîmê kuşt. -
Ciwanên Sosyalîst gihîştin Pirsûsê
Ciwanên bi dirûşma "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" ber bi Kobanê ve ketin ser rê, gihîştin Pirsûsê. Polîsên Tirk ên li pêşiya navçeyê benda kontrolê danîne, du ciwan kirin bin çavan. -
Şervanê YPG’ê Koyuncu yê li Enqere tedawî dibû jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG’ê Ferhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li Serêkaniyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Ozel Koru ya Enqereyê ku ev 3 meh in tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. -
Cerdevan bi kincên sivîl kemînan datînin
Tê gotin ku li gundê Kêleka yê navçeya Wan Bêgiriyê, cerdevan bi kincên sivîl kemînan datînin. -
Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya
Li Aksarayê, mînîbusek tê de karkerên çandiniyê hebûn wergeriya. Di bûyerê de 16 kes birîndar bûn. -
Li Nurnbergê çalakiya piştgiriya ji bo girtiyên siyasî
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, ji bo girtiyên siyasî ku di nav de Dr. Banû Buyukavci, dr. Sînan Aydin û aktîvîstên ATÎK'ê jî hene, çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. -
Kurê Îsmet Şerîf Vanli Siyabend li mala xwe mirî hat dîtin
Kurê Îsmet Şerîf Vanli Siyabend Vanli li mala xwe ya li bajarê Swîsre Lozanê mirî hat dîtin. -
Tecrîd li Zurîchê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zurîchê bi mîtîngekê hat protestokirin. -
AKP û PDK li dijî mafên Kurdan in - BIŞAR BRÛSK
AKP û PDK ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava tasfiye û tune bikin siyaseteke hemwext dimeşînin. Têkiliyên AKP û PDK’ê ji tifaqeke taktîkî wêdetir tifaqeke stratejîk e. Têkiliyên PDK yên bi dewleta Tirkiyeyê re diçe heta 50-60 sal berê. -
Li Elmanyayê çalakiyên ‘Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî'
Li Elmanyayê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rêze çalakî bên lidarxistin. Di çalakiyên ku li gelek bajaran bên lidarxistin, wê azadiya Ocalan bê xwestin. -
Mamoste Mehtap a hat sirgûnkirin: Polîtîkaya çavtirsandinê tê meşandin
Mamoste Mehtap Yûrtsever a ji ber parvekirinên xwe yên li ser Facebookê hat sirgûnkirin got, "Guhertina cihê wezîfeya min wê bi awayekî cidî min mexdûr bike. Li gorî min, min ev ceza heq nekiriye." -
Daxuyaniyên hikûmetê yên dijberiya çareseriyê dewam dikin
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got, "Dolmabahçe di rojeva me de nîne. Di hevdîtina me ya bi HDP'ê re ev mijar nehat rojevê" û diyar kir ku ew ê giraniyê bidin ser polîtîkayên ewlekariyê. -
KNK: Li hember hewldanên astengkirina yekîtiya neteweyî em ê bêdeng nemînin
Hevserokatiya KNK’ê li hember êrîşa li ser buroya xwe ya li Hewlêrê daxuyaniyek weşand û got: “Em careke din diyar dikin ku li hember kesên hewl didin yekîtiya neteweyî asteng bikin bêdeng namînin.” -
Ji FEDA’yê ji bo Leyla Agar peyama sersaxiyê
FEDA’yê der barê wefata keça Seyîd Riza Leyla Agar de daxuyanî weşand û got, “Dayika me Leyla ji ber keça Seyîd Riza bû, di dema komkujiya Dêrsimê de rastî îşkenceyek mezin a leşkeran hatibû.” -
Ji KONGRA GEL peyama cejnê
KONGRA GEL Cejna Remezanê ya gel pîroz kir û got, “Rêber Apo vê cejnê di bin tecrîtê de pêşwazî dike. Ji ber vê yekê em weke gel û tevger bi hêrs in.” -
ÎHD: Divê Ocalan û girtiyên siyasî azad bin
ÎHD’ê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.