Navenda Civaka Demokratîk a Aachenê Kongreya xwe ya 11’an pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê Kongreya xwe ya 11’an li dar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê Kongreya xwe ya 11’an li dar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê Kongreya xwe ya 11’an li dar xist. Endamên Meclîsa Navendê û xelkê li Aachenê beşdarî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê wêneyê Rêber Apo hat daliqandin.
Kongre bi axaftina xêrhatinê û deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurdistan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin.
Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûkan di destpêka kongreyê de li ser pêvajoya siyasî axivî. Balûkan di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadî û aştiyê bi bîr anîn û malavahiya hemû kesên di vê rê de xwedî ked û têkoşînê kir.
Balûkan di şexsê Rêber Apo de qala tecrîdkirina Kurdistaniyan kir û got: “Em têkoşînê bikin da ku tecrîdkirina xwe bişkînin. Bila hêviya me ji me be. Em ê bi xebata xwe vê pêvajoyê bi ser bixin.”
Balûkan li ser pêvajoyê axivî û wiha domand: “Ez hêvî dikim ku hikûmet pêvajoyê şaş nexwîne û deh salên din em nexisirin. Birêz Abdullah Ocalan li ser a xwe ye. Bi hewldanên xwe, em destê wî xurt bikin û pêvajoyê bi serketinê tacîdar bikin.
Gelê Kurd polîtîkayê ji bo xweparastinê, ji bo manûnemanê dike, ji bo vê jî gelek amûr bikaranîn, niha gelê Kurd di vî warî de qonaxek li dû xwe hişt, lewma neçar man hebûna gelê Kurd qebûl bikin, di hevsengiyên herêmî û navdewletî de qonaxeke girîng li dawiyê hatiye hiştin û Rêber Apo û gelê Kurd bi pêngava 27’ê Sibatê qonaxeke nû destpê kirine. Cîhan jî vê baş dibîne. Têkoşîna ku em bimeşînin wê rê li ber serketinên mezin veke.”
Piştî axaftina Balûken, rapora Meclîsê hat xwendin û li ser guftûgo hat kirin. Komisyonên Meclîsê hatin diyarkirin û ji bo hevserokatiyê hilbijartin hat kirin.
Ji bo hevserokatiyê Bulend Konya û Duygu hatin hilbijartin.
Di dawiyê de, endaman hemûyan bi hev re ji bo paşerojê sond xwarin.