Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan der barê qedexeya li ser heyeta wan de got, "Dibe ku di mejiyê dewletê de nîqaşa li ser formata nû ya pêvajoyê hebe. Lê belê em nizanin ku wê ev format wê çawa be. Pêkane ku vê yekê ji Birêz Ocalan re dibêjin û dibe ku Birêz Ocalan li dijî vê derdikeve."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 16 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve jî destûr ji Heyeta Îmraliyê re nayê dayîn ku biçe giravê. Endama Heyeta Îmraliyê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan ev mijar ji ANF'ê re nirxand.
Bûldan da xuyakirin ku tevî serlêdanên fermî ew hevdîtinên taybet jî dikin û anî ziman ku ji ber hikûmet nîne ew bi giranî bi rayedarên dewletê re van hevdîtinan dikin.
Bûldan diyar kir ku rayedarên dewletê heta niha bersiveke erênî yan jî neyînî nedane wan û got, "Anî ziman ku piştî bidawîbûna danûstandinên koalîsyonê, avabûna hikûmetê, hingî çûyîn dikare pêk were. Berî avabûna hikûmetê çûyîna hikûmetê nabe. Me gotin ku ji bilî heyetê 'malbat an jî parêzer dikarin biçin'. Wan gotin ku ew ê vê binirxîni. Lê belê hînê pêşketinek nîne."
'DEWLET BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ DIKE'
Bûldan da zanîn ku rayedarên dewletê ji wan re ragihandin e ku bi Ocalan re bi awayekî rêkûpêk hevdîtinan dikin û got, "Lê belê agahî nedan me ku kî tevlî van hevdîtinan bûne. Ji me re gotin ku rayedarên dewletê hefteyê carekê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin."
Bûldan anî ziman ku sedema herî mezin a tecrîda li ser Ocalan dibe ku polîtîkayên Sûriyeyê bin û diyar kir ku qewimînên li Sûriyeyê, nêrîna neyînî ya Tirkiyeyê li rêxistinbûyîna siyasî ya li Rojava, tecrîda li ser Ocalan girantir dike.
Bûldan da xuyakirin ku berî hikûmet ava bibe jî çûyîna giravê pêkane û got, "Ji xwe muzakere di navbera dewletê û Birêz Ocalan de tên kirin. Lewma li bendêmayîna avabûna hikûmetê ji bo hevdîtinan, nêzîkatiyeke rast nîne."
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku xuyaye di mejiyê dewletê de li ser pêvajoyê nîqaşa formateke nû heye, lê belê der barê vê formata nû de ti agahiya wan nîne.
'DIBE KU DEWLET FORMATEKE NÛ YA LI GORÎ XWE FERZ DIKE'
Bûldan ev nirxandin kir: "Dibe ku vê yekê ji Birêz Ocalan re jî vedibêjin, lê belê pêkane ku Birêz Ocalan li dijî vê derdikeve. Ji ber ku ji destpêkê ve dewletê û hikûmeta AKP'ê nîşan dan ku li gorî xwe û bi Kurdên nêzî xwe dixwaze pêvajoyê bimeşîne. Her çend ev yek bi awayekî vekirî negotibe jî, ji daxuyanî û nêzîkatiyên wan ev dihat fêmkirin. Dibe ku hewldaneke bi vî rengî hebe. Lê belê ne bawerim Birêz Ocalan vê qebûl bike. Ji ber ku Birêz Ocalan ji destpêkê ve, hem ji bo rêveçûna pêvajoyê hem jî li ser rewşa diqewime xwest, mirovên karibin vê pêvajoyê bimeşînin di nava heyetê de cih bigirin. Ji ber ku dizane ev kar wê ne hêsan be. Di heman demê de hevdîtin ne tenê bi Birêz Ocalan re, li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re jî tên kirin. Pêwîstî bi ekîbeke ku karibe van hemûyan pêk bîne, heye. Birêz Ocalan gelekî li ser vê sekinî. Li ser navê KJA hevaleke me ya jin jî tevlî heyetê kir. Li gorî van hemûyan, ne bawerim ku Birêz Ocalan bi erênî nêzî guhertina formatê bibe."
KCK'Ê NEGOT 'AGIRBEST QEDIYA'
Bûldan li ser rêveçûna pêvajoyê bal kişand ser daxuyaniya KCK'ê ya der barê binpêkirina mercên agirbestê ji aliyê artêşa Tirk ve û ev xal destnîşan kir:
"KCK di wê daxuyaniya xwe de nabêje 'agirbest qediya'. Daxuyaniyek ji bo hişyarkirinê dike. Ji destpêkê ve daxuyaniyên KCK'ê her tim bi awayekî cuda hatin nirxandin û şîrovekirin. Ez weke miroveke bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kiriye vê baş dizanim; heta ku Birêz Ocalan nebêje 'ev pêvajo qediya' rayedarên KCK'ê vê pêvajoyê naqedînin, nikarin biqedînin. Lewma ya ku rayedarên KCK'ê dike, pêşîgirtina li provokasyonan, pêşvebirina pêvajoyê, pêkhatina aştiyê ye. Bangên ji bo vê ye. Bendav, HES û rêyên ewlekariyê ji destpêkê ve di rojeva KCK'ê de ne û di heman demê de zerarê didin pêvajoya aştiyê. Lê belê hikûmet AKP'ê ji destpêkê ve dest ji vê polîtîkayê berneda. Çêkirina Bendav û HES'an dewam kirin. Ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn ku polîtîkayên ewlekariyê û pêvajoya muzakere û aştiyê bi hev re nameşe. Herî dawî bûyera pêr a li Erdexanê ku mirovekî jiyana xwe ji dest da, provokasyoneke. Lewma yên hewl didin bi provokasyonan re pêvajoyê biqedîne, wê winda bikin.
Bûldan herî dawî destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihêje aştiya mayînde, divê dewlet û hikûmeta nû ya bê avakirin bi berpirsyarî rabin.