Piştî ku Girê Spî hat azadkirin, li depoyên navenda navçeyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke depoyên kelûmelên tibbî û xwarinê dihatin bikaranîn, koliyên ji aliyê welatên rojavayî û International Rescue Committee ve hatin şandin, hatin dîtin.
ANF
GIRÊ SPÎ
sêşem, 14 tîrmehê 2015, 11:37
Piştî ku Girê Spî hat azadkirin, li depoyên navenda navçeyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke depoyên kelûmelên tibbî û xwarinê dihatin bikaranîn, koliyên ji aliyê welatên rojavayî û International Rescue Committee (Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî) ve hatin şandin, hatin dîtin. Hat hînbûn ku kargoyên ji derveyî welat bi rêya MNG Kargo û Atlas Jet hatin şandin, di destpêkê de anîn balafirgehên Edene û Dîlokê û ji vir jî ji deriyê sînor ê Karkamişê yan jî di ser Kaniya Xezalan re ji deriyê sînor ê Girê Spî beriya niha radestî DAIŞ'ê dihatin kirin.
Nayê zanîn ku heta niha ji deriyên sînor ên Karkamiş û Kaniya Xezalan çiqas alîkarî ji DAIŞ'ê re hatiye şandin. Lê belê tevî alîkariyên di ser Tirkiyeyê re hatine şandin, lîsteyên kelûmelên tibbî û alîkariya însanî yên ji aliyê welatên rojavayî û şîrketên kargo yên rojavayî ve hatine şandin, nû aşkera dibin.
Piştî ku di meha Hezîranê de Girê Spî yê li pêşberî navçeya Kaniya Xezalan hat azadkirin, cihên DAIŞ'ê weke depoyên kelûmelên tibbî û xwarinê bi kar dianî, yek bi yek derketin holê.
Di encama lêkolînên li depoyan hatin kirin de tespît bû ku kelûmelên tibbî ji aliyê şîrketên hewayî yên MNG Kargo û Atlas Jet ve hatine anîn.
Mînak di koliyên bi barkodên 15-0013109-01-00017 û 15-0013109-01-00014 ên di 19'ê Çileya 2015'an de hatin şandin, kelûmelên tibbî yên ji DAIŞ'ê re hatine şandin, derketin holê. Ev kelûmelên tibbî, demekê li Kargeha NASCO-Taybet Antrepo ya li Balafirgeha Dîlokê hatin sekinandin, dûre bi rêy bejahî di ser Kaniya Xezalan re ji DAIŞ'ê re hatin şandin.
Rayedarên şîrketa MNG Kargo yên ANF'ê xwe gihand wan diyar kirin, ku koliyên bi vê barkodê hatine şandin ji derveyî welat hatine şandin û şopandina yê şandiye û yê werdigire, ancax bi lêpirsîna dozgeriyê dikare derkeve holê.
KELÛMELÊN KOMÎTEYA RIZGARKIRINÊ
Di depoyên li Girê Spî de her wiha kelûmelên tibbî yên saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî hatin dîtin. Yek ji van jî kelûmelên tibbî yên ji aliyê International Rescue Committee (Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî) ve hatiye şandine ku ev sazî li herêmên şer û koçberî lê heye, dixebite.
Nayê zanîn ku ev kelûmelên tibbî yên Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî çawa gihaştiye depoyên DAIŞ'ê. Ev rewş pirsên 'Gelo alîkariyên ji rêxistinên din ên mûxalîf re hatine şandin ji aliyê DAIŞ'ê hatine desteserkirin an jî ev alîkarî yekser ji DAIŞ'e re hatine şandin?" xist rojevê.