TEV-DEM’ê peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya Helebê re rawestand

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê re, ji ber ku meclîs bendên wê bi cih nîne, rawestand.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê re, ji ber ku meclîs bendên wê bi cih nîne, rawestand û got ku Meclîsa Herêmî bi daxuyaniyên endamên xwe ji çapemeniyê re îspat dike ku parçeyekî ji projeya Erdogan a ber bi parçekirina Sûriyeyê ve ye.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê helwesta Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê de ya girêdayî muxalefeta Sûriyeyê li dijî welatiyên Taxa Şêxmeqsûd a bajêr ku piraniya şêniyên wê Kurd in, her wiha hewldanên Meclîsê di reşkirina hêzên YPG’ê de û piştgiriya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serketinên dema dawî û derbeyên giran li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku hêzên YPG’ê, YPJ’ê, hêzên Sutoro, Artêşa Azad û hêzên El-Senadîd dane meşandin, hevkarên çeteyên DAIŞ’ê yên derve û hundir tengezar kirin. Van aliyên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dikin hemleyeke çapemeniyê li dijî têkoşîna gelê Kurd li Rojava dane destpêkirin û gelek îdîayên dûrî rastiyê li ser navê YPG’ê û YPJ’ê dikirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rizgarkirina gundewarên bajarên Hesekê û Reqayê  dilê tevahî gelê Sûriyeyê şad kir û wiha hate gotin: “Di vê qonaxa hesas de ku şoreşa Sûriyeyê têre derbas dibe, diviyabû kesên îdîaya şoreşê dikin, li şûna alîkariya çeteyên DAIŞ’ê di hemleyên çapemeniyê de bikin, piştgiriya van serketinên li dijî çeteyan kiribana. Ew bi piştgiriya xwe ji komkujiyên DAIŞ’ê û hemleyên çapemeniyê re îspat dikin ku têkçûna DAIŞ’ê têkçûna wan e.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku TEV-DEM’ê di xebatên xwe de biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de esas digire. Her wiha parastina yekîtiya axa Sûriyeyê li ser bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk û azad dike û ev tişt hatin gotin: “Em wekî TEV-DEM’ê, em ê li dijî ajandeyên ku parçekirina Sûriyeyê hedef digirin, li ber xwe bidin. Dewleta Tirk wekî ku Eyaleta Iskenderonê dagir kir, bi hinceta avakirina herêmeke tampon hewl dide hin herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.”

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de daxuyaniyên hin endamên Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê li ser ekranên televizyonan ku di şexsê YPG’ê de êrîşî gelê Kurd dikin, hate şermezarkirin û wiha hate diyarkirin: “Ev daxuyaniyên ku hin endamên Meclîsa Herêmî didin hewldaneke ji bo reşkirina têkoşîna gelê Kurd li Sûriyeyê ye û bi vê helwesta xwe îspat dikin ku ew parçeyekî ji pirojeya Erdogan a parçekirina Sûriyeyê ye.”

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wiha bi dawî bû: “Peymana 14’ê Îlona 2014’an di navbera TEV-DEM’ê û Meclîsa Herêmî ya bajarê Helebê ya girêdayî muxalefeta Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, ji ber ku meclîs bendên vê peymanê yên wekî peydakirina ava vexwarinê, ceyran û gelek kar û xebatên xizmetguzariyê bi cih neaniye, em wekî TEV-DEM’ê peymanê radiwestînin.”