JIN
Hemû Nûçe
-
RJAK’ê Gulîstan Tara û Hêro Behadîn bi bîr anî
RJAK’ê şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn cihê lê şehîd bûyîn bi bîr anî. -
Delegasyona Jinên Sloven serdana JIN TV’yê kirin
Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 de kesan pêk dihat serdana televîzyona JİN Tv’yê kirin û derbarê rojnamevaniya jinên Kurd de agahî girtin. -
TJA’yê nerazîbûn nîşanî girtinan da: Hûn ê nekarin me rawestînin
TJA’yê li dijî girtina Sevtap Akdag û Nîmet Tanrikûlû daxuyanî da û diyar kir ku wê têkoşîna jinan, neyê rawestandin. -
Ji MJAR’ê daxuyaniya 27’ê Mijdarê
Milîsên Jinên Agir û Rojê diyar kir ku di pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê de li Colemêrg û Geverê şer bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re, qewimî. -
DEM Partî: Feraseta me ya azadiya jinan tê hedefgirtin
Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê got: ‘’Armanca sereke ya kesên ku li hemberî êrîşa zayendî û îstîsmarkirina zarokan xwe bêdeng dikin lê belê dema ku mijar dibe ‘’malbat’’ êrîşê dikin, feraseta me ya azadîxwaziya jinan e.’’ -
Jinên Başûrê Kurdistanê banga rawestandina cezayê îdamê kirin
Bi dehan jinên siyasetmedar, akademîsyen, çalakvan û rojnamevan ên başûrê Kurdistanê daxwaz ji Serokkomarê Iraqê û hevjîna wî, hemû partî û berpirsên Kurd kirin ku ji bo betalkirina cezaya darvekirina Muradî û Ezîziyê hewl bidin. -
'Divê em bi rêya perwerdeya malbatê tundiya li dijî jinan ji holê rakin'
Çalakvanên warê jinan dibêjin: “Divê di qanûnên Iraqê de çaksazî bê kirin ji bo parastina jinan ji tundiyê.” -
'Serdestbûna zihniyeta mêrsalar bûye sedema zêdebûna kuştina jinan'
Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr dibêje: "Partiyên başûrê Kurdistanê kujerên jinan distrînin da ku neyên darizandin." -
Li Girtîgeha Evînê ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî greva birçûnê hat destpêkirin
Girtiyên siyasî ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê ragihandin ku ew li dijî nêzîkatî û derman nekirina Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. -
Li Nurnbergê çalakiya 25’ê Mijdarê
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û destnîşankirin ku Jin wê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe birêxistin bikin û civakê jî bi xwe re azad bikin. -
YPJ’ê Komxebata Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê li Tebqayê bi tevlîbûna 500 delegeyan, Komxebata 2’yemîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist. -
Navê Mehsa Jîna Emînî li xaçerêya li Lîvornoyê hate kirin
Navê Mehsa Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêyeke li bajarê Lîvornoyê hate kirin. -
Jinên Êzidî li dijî cezayê darvekirinê name şandin
Jinên Êzidî li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê li jinan hatiye birîn nameyek ji saziyên pêwendîdar re şandin. -
Ji JXK'ê pêngava 'vegera li kokê'
Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê dest bi pêngava 'Em Bernadin-Vegera li Koka xwe' dane destpêkirin. JXK'ê li zanîngeheke li Berlînê çalakî lidar xist. -
Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema berxwedana kolektîf e
Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan li dijî tundiyê banga berxwedana kolektîf kirin û wiha gotin: “Dema berxwedana kolektîf e.” -
Polîsan êrîşî meşa li Stenbolê kirin: 150 jin hatin binçavkirin
Jinan qedexeya Walîtiya Stenbolê ya keyfî nas nekirin, dorpêça polîsan derbas kirin û tundiya mêr-dewletê şermezar kirin. Polîsên Tirk êrîşî jinên dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikirin, kirin. Baroya Stenbolê ragihand ku 150 jin hatine binçavkirin. -
Li bajarên Egeyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ olan da
Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezakirinê bi yek dengî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. -
Li Darmstadt û Gottingenê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe diparêzin
Li Darmstadt û Gottingenê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî çalakî hatin lidarxistin. -
Jin li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan
Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Karakoyê li hev civiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. Di meşê de tundiya mêr-dewletê û desteserkirina vînê hate protestokirin. -
Li Amedê meşa 25'ê Mijdarê: Em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin
Li Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê jin meşiyan û gotin: “Em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinan e.” -
Li Erîvanê tundiya li ser jinê hate protestokirin
Jinên Kurd û Ermenî li dijî tundiya li ser jinan mîtîng lidarxistin û wiha gotin, “Em bibin dengê jinên hatine qetilkirin, li zindanan di bin gefê darvekirinê de li ber xwe didin û hîna di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne.” -
Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Jin li Heleb, Minbic û Şehbayê meşiyan
Jinên ku li Heleb, Minbic û Şehbayê bi boneya 25ˈê Mijdarê daketin qadan peyama, “Jin, Jiyan, Azadî” dan. -
Li Êlihê di meşa 25’ê Mijdarê de desteserkirin hat protestokirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a ku beşdarî meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bû got, “Qeyûm desteserkirin û talan e. Ew ê li dijî berxwedana jinan têk biçin. Kolan çi dibêje em vê wê esas bigirin.” -
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran daketin qadan û tundiya mêr-dewletê protestokirin.