Êrîşên DAIŞ'ê li Madrîdê hatin protestokirin

Li Madrîdê Komîteya piştgiriya bi Rojava û gelê Kurd re mîtîngek lidar xist. Endamên Tabûra Enternasyonal ên çend roj berê ji aliyê hikûmeta Spanyayê ve hatin binçavkirin jî beşdarî mîtîngê bûn.

Li Madrîdê Komîteya piştgiriya bi Rojava û gelê Kurd re mîtîngek lidar xist. Di mîtîngê de komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê kirin, gefên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û binçavkirina du milîtanên şoreşger ên endamên tabûra azadiyê ya enternasyonal ji aliyê dewleta Spanyayê ve, hatin şermezarkirin.

Mîtîng bi beşdariya du sed kesî li meydana Sol a li paytexta Spanya Madrîdê pêk hat. Di mîtîngê de Kurdistanî û Spanyayî amade bûn. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Kurdistaniyên di komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" lanet li çeteyên DAIŞ'ê hat anîn. Di çalakiyê de gefên dewleta Tirk û girtina du encamên tabûra enterasyonalîst ên di berxwedana Rojava de cih girtin, hatin şermezarkirin. Her şervan jî beşdarî çalakiyê bûn û ji aliyê girseyê ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin."