ROJANE
Hemû Nûçe
-
Twitterê adresa HPG'ê girt!
Di kêliyên ku balafirên şer ên Tirk qadên gerîla bomberdûman dikirin de, Twitterê jî hesabê Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê girt. -
YDGK/ YDG-H’ê banga pêşxistina têkoşînê
YDGK/ YDG-H’ê bang li “hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, demokratîk û sosyalîst kir ku li ser esasê xweparastinê li hember girtinan bi ruhê Gezî û berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê biherikin qadan" kir. -
13 kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin serbest berdan
13 kesên li Kocaeliyê di operasyona polîsan de hatin binçavkirin piştî îfadeyan serbest hatin berdan. -
Beştaş: Destên xwe ji hêzên demokratîk bikişînin
Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Xuyaye zîhniyeta qîma xwe bi kuştinê neanîn, hewl dide bi operasyonên binçavkirinê re bitirsîne." -
ÎHD: Em li Gemlîkê ne
ÎHD’ê jî piştgirî da çalakiya protestoyî ya parêzeran a bi wesîleya salvegera qedexeya hevdîtinan li gel re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
HDP: AKP polîtîkayên dûrketina ji aştiyê dimeşîne
HDP'ê diyar kir ku hikûmeta AKP polîtîkayên dûrketina ji aştiyê xistiye rojevê û daxwaza hevdîtina giştî kir. -
Operasyonên AKP'ê yên qirkirina siyasî dewam dikin
AKP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê û rojnamevan jî di nav de gelek kes kir binçavan. Polîsan di dema binçavkirinê de şîdet li welatiyan kirin. -
HDP'ê Cejna Çapemeniyê pîroz kir
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Olûç Cejna Çapemeniyê pîroz kir û got, "DAIŞ qetil dike, medya AKP'ê êrîşî HDP'ê dike. Raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê rewşa van organên çapemeniyê ketine navê, ecêb dibîne." -
Li Edeneyê binçavkirina bi zora çekê
Hat ragihandin ku li Edeneyê 17 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Di dema binçavkirinan de polîsan çek li welatiyan kişandin. -
Ji HDP'ê banga tevlîbûna li Meşa Mezin a Aştiyê
HDP'ê da xuyakirin ku ew destekê dide Meşa Mezin a Aştiyê û banga tevlîbûnê kir. -
Nûçeya ANF'ê ya li ser 'DAIŞ'ê ji Davûtoglû hat pirsîn
HDP'ê nûçeya ANF'ê ya li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Îzmîrê xist rojeva Meclîsê. -
Ji bo mîtînga li Stûttgartê banga tevlîbûnê
Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûttgartê, ji bo meş û mîtînga 25'ê Tîrmehê banga beşdariyê kir. -
Nerazîbûna li dijî rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Îzmîrê
Endamên DAIŞ'ê li Narlidere ya Îzmîrê, bi hêsanî xebatên rêxistinbûyînê dimeşînin. Rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku ji ya biqewime Emniyeta Îzmîrê berpirsyar e. -
Navê jina ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin aşkera bû
Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kir, ku jina li Bagcilarê di serdegirtinê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Gunay Ozarslan e. -
Li Qoserê gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê danê vê sibehê polîsan avêtin ser 15 malan. -
Ji Serokwezaretiyê daxuyaniya li ser pevçûna li ser sînor
Navenda Koordînasyonê ya Serokwezaretiyê, der barê pevçûna li sînorê Kîlîsê ya di navbera artêşa Tirk û DAIŞ'ê de daxuyaniyek da. -
2 kes li Wanê hatin binçavkirin
Li Wanê, di operasyona polîsan de 2 kes hatin binçavkirin. -
Li 26 navçeyên Stenbolê serdegirtinên polîsan
Li 26 navçeyên Stenbolê, polîsan danê vê sibehê avêtin ser 140 navnîşanan û gelek kes kirin binçavan. -
Gerstêrka ji cîhana me mezintir a li derveyî Rojê hat dîtin
Daîreya Karên Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li gorî agahiyên ji maşîna fezayî Kepler wergirtî, hebûna gerstêrkeke li derveyî Rojê (exoplanet) piştrast kir. -
Li konê serxweşiyê yê li Kolnê serdanên girseyî
Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Sturggle, ku ev sê roj in li bajarê Elmanya Kolnê kon vedane, serdanên serxweşiyê qebûl dikin. -
Yuksekdag banga piştevaniya nirxên aştî û demokrasiyê kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, Çagla Seven a di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû li nexweşxaneyê ziyaret kir. -
Li Swêdê li hemberî DAIŞ’ê operasyon: 2 binçavî
Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê (Säpo) yên li bajarê Goteborgê Swêdê du kes bi sûcdariya ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevlî çalakiyên terorê bûne binçav kirin. -
Li Efrîne ji bo protestokirina Komkujiya Pirsûsê alên reş hatin daliqandin
Saziyên Civaka Sivîl, Saziyên girêdayî Rêvebeberiya Xweseriya Demokratîk û hin şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê û alên reş li ser avahiyên sazî û malên xwe daliqandin. -
Ji HDP'ê pêşniyarnameya lêkolînkirina 'xebatên DAIŞ'ê
Parlamenterê HDP'ê Çalişkan, ji bo lêkolînkrina xebatên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê pêşniyarnameya lêkolînkirinê pêşkêş kir. -
Polîsan xwestin bi zorê îfadeya birîndaran bigirin
Polîsan, ji bo lêpirsînê tarî bikin xwestin bi zorê ji ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bûn û malbatan îfadeyê bigirin. Lê rêveberên ESP'ê pêşî li vê kêfiyeta polîsan girtin. Polîsan jî gef li rêveberên ESP'ê xwarin.