Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê xwest ku divê agahî û belgeyên "hatine guhertin", "spekulatîf" û "bêbingeh" ên ku li ser navê "nîşeyên hevdîtinê" li ser medyaya dijîtal têne belavkirin esas negirin.
Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma şewitandina çekan a gerîla bûn, sekna gerîla silav kirin û diyar kirin ku gerîla bi vê helwesta xwe rê li ber aştî û civaka demokratîk vedikin, dawî li rijandina xwînê û şer tînin û ji dewleta Tirk xwest, ku gavê biavêje
Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk Canfeda Bahoz, Şiyar Dersim û Bengîn Ronahî beriya merasîma îmhakirina çekan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew banga Rêbertî ji xwe re dikin esas.
Dem wê kêliyê cemidî. Besê Hozat û şervanên jin ên ku mîrateya berxwedanê ya Gulnaz Karataş û abîdeya bêqisûr a Sakîne Cansiz li xwe kiribûn û guliyên xwe li ser bejna xwe berdabûn, careke din serê jinên Kurd bilind kirin.
HPG-NRÇ'ê got, "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'an a çalakiya wan a dîrokî de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin."
Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku di 14’ê Tîrmehê de hate nîşandan, di nava şert û mercên giran ên Kurdistanê de rêbaza serketinê şênber kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû.
Hevseoka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pirsgirêka Kurd nabe ku bi têgihiştina ewlekariyê bê nirxandin, pêwîstî bi reforman, sererastkirinên qanûnî û naskirina hiqûqî heye.