Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bal kişand ser hişyariyên KCK'ê û got, "Ji aliyê pêvajoya aştî û çareseriyê ve em di asta herî krîtîk de ne. Li gorî me, divê pêvajoya çareseriyê li asteke bilindtir bê destpêkirin." Demîrtaş xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê bal kişand ser bûyerên li Golanê qewimîn û got, "Dane û agahî hene ku nîşan didin; gule ji aliyê leşkeran ve hatine reşandin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî, li Navenda Giştî ya HDP'ê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş der barê danûstandinên li ser koalîsyonê de got, "Bi wesîleya şeva qedrê hêvîdarim wê ji danûstandinman encameke bi xêr derkeve. Hêvîdarim wê ji aştî û biratiyê re ku bendewariya tevahiya civakê re, bibe wesîle." Demîrtaş da xuyakirin ku di hevdîtina bi wan re jî ew ê nêrîn û bendewariyên xwe yên li ser koalîsyonê bînin ziman.
'DIVÊ OPERASYON PÊK NEYÊN, BENDAV NEYÊN ÇÊKIRIN'
Der barê pirsa li ser daxuyaniya KCK'ê ya li ser mijara bêçalakîtiyê Demîrtaş anî ziman ku ew pêvajoyê dişopînin û got, "Lê belê, ji aliyê pêvajoya aştî û çareseriyê ve em di asta herî krîtîk û aloz de ne. Li gorî me di vê pêvajoya çareseriyê ne ji cihê maye, ji asteke bilindtir bê destpêkirin."
Demîrtaş da zanîn ku daxuyaniya KCK'ê nayê wateya bi dawîbûna agirbestê ya bi temamî û destnîşan kir ku daxuyanî diyar dike divê agirbest du alî be, operasyon û bendavên dawî li agirbestê tînin, bên sekinandin.
'LI GOLANÊ GULE JI ALIYÊ LEŞKERAN VE HATIN REŞANDIN'
Demîrtaş êrîşa duh a leşkeran a li navçeya Erdexan Golanê jî nirxand û anî ziman ku ew ji bûyerên diqewimin bi fikar in. Demîrtaş yên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û ji malbatan re sersaxî xwest. Demîrtaş got, "Lê belê me dizanin ku ev bûyer, ne weke medya giştî radigihîne qewimiye. Dane û agahî hene ku nîşan didin gule ji aliyê leşkeran ve hatine reşandin."
'DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN, HEYETA HDP'Ê BIÇE ÎMRALIYÊ'
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan da û ev xal destnîşan kir: "Ev sê meh in bê navber tecrîd heye. Lê belê ev ne tecrîda 3 mehan bi tenê ye. 17 sal in dewam dike. Îmrali ji xwe sîstemeke tecrîdê ye." Demîrtaş da xuyakirin ku divê dewlet helwesta xwe ya li hemberî Ocalan ê pê re muzakereyê dike biguherîne û got, "Ez bawerim ku Birêz Ocalan wê tevkariyeke gelekî cidî li pêvajoya aştî û çareseriyê bike. Têrê nake ku bi tenê heyeta HDP'ê biçe wê derê. Divê Heyeta Şopandinê û heyetên mîna vê biçin. Girîng e pêvajo bi zelalî bê meşandin."
NAMZETA HDP'Ê YA JI BO RTUKÊ KOÇALÎ YE
Demîrtaş der barê endamên wan ên RTUK'ê de got, "Xuyaye AKP dixwaze bi awayekî sergirtî destekê bide MHP'ê û endametiya RTUK'ê diyarî MHP'ê bike." Demîrtaş diyar kir ku namzeta wan Fîlîz Koçalî ye.