ZANIST
Hemû Nûçe
-
NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir
Bi pêşengiya NASA’yê komeke lêkolînvanên zanyar, qada elektrîkê ku dora cîhanê tev dipêçe û hebûna wê xwe dispêre teoriya berî deh salan, hat keşifkirin. -
Li dijî AÎDS'ê tedawiyeke jenerîk a gelekî erzan hate pêşxistin
Di Konferansa Navneteweyî ya AÎDS’ê ya li Munihê de lêkolînvan texmîna xwe parvekirin û diyar kirin ku li dijî AÎDS’ê hezar carî erzantir tedewaiya jenerik hatiye pêşxistin. -
Lêkolînerên Çînî dest bi xebatên çandina riwekan a li Marsê kirin
Lêkolînerên Çînî bi armanca ku Marsê bikin gerstêrkeke hêşîn, dest bi lêkolîna çandina riwekên bejayî kirin. -
Jin çima ji mêran bêhtir emr dikin?
Li gorî lêkolîneke zanyaran, cudahiya bendewariya ji jiyanê ya navbera jin û mêran, dibe ku ji ber hucreyên germ be ku sperm û bizir hildiberînin. -
Çînê ji aliyê tarî yê Heyvê mînak girtin
Rêveberiya fezayê ya Çînê diyar kir ku modûla bilindbûnê ya amûra fezayê Chang’e-6 a Çînê bi awayekî serketî li ser rûyê Heyvê rabûye û ragihand ku mînak ji aliyê Heyvê yê herî tarî girtiye. Tê gotin ku ev pêkhatin di cîhanê de yekem e. -
Li peravên Şîliyê sed cureyên nû hatin kişfkirin
Dîmenên ku di dilê okyanûsa li Şîliyê de hatine kişandin, bûne sedem ku zanyar bi tesadufî nêzî sed cûreyên potansiyel ên nû yên binê avê keşf kirin. Di nav wan de masî, cureyên biqalik û mercan hene. -
Koreya Başûr tesîsa hilberandina çîpan a di cîhanê de herî mezin ava dike
Koreya Başûr ji bo ku bibe hilberînerê çîpan ê herî mezin, dest bi hewldanan kir. Seûl dixwaze bi şerê zêdeyî 400 milyar euro bibe lîderê cîhanê. -
IQ’ya zarokê 12 salî ji Eînsteîn û Hawkîng bilindtir derket
Li herêma Devon a Îngîlistanê zarokekî 12 salî di testa Cattell III-B IQ’yê de hem Albert Eînsteîn hem jî Stephen Hawkîng li pey xwe hişt. -
Li Danîmarkayê yekem şopa nivîsê li ser kêrekê hat dîtin
Muzexaneya Odenseyê ya Danîmarkayê, roja Sêşemê ragihand ku arkeologan kêrek piçûk ku 2 hezar sal berê hatiye çêkirin û li ser nivîsa rûnîkî heye dîtine. -
Gelo ma pêkan e ku mirov li ser erdê hişk ê Heyvê çandiniyê bike?
Komeke lêkolînvanan li Çînê, li cihekî ku dişibe rûerda heyvê şînkahî çand. -
Di dîroka cîhanê de yekem car neqla nîv rû û çav hate kirin!
Bijîjkên Amerîkî ragihandin ku wan neqla nîv rû û neqla çav li nexweşekî kirine. -
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ji karên kûantûmê re hate dayin
Xelata Kîmyayê ya Nobelê îsal ji sê lêkolînerên DYE'yî re hate dayin, ji ber karê xwe yê keşifkirin û senteza nuqteyên kûantûmê. -
Xelata Fîzîkê ya Nobelê hat dayîn
Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan wan lêkolîneran ku navgînên nû peyda kirine ji bo keşfkitina cîhana elektronên di nava atomê û molekulan de. -
Xelata Tibê ya Nobelê dan pêşengên vedîtina derziya Covîd-19’ê
Xelata Nobelê dan Katalîn Karîkoya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayî ku pêşengtî ji bo vedîtina derziyên li dijî Covîd -19’ê kir. -
Dinya wê ji pêşbiniya ku tê dîtin zûtir bê asta neyê jiyîn
Li gorî lêkolîneke nû hat weşandin, wê dinya ji ya ku dihate fikirîn zûtir bê rewşa lê neyê jiyîn. Di nav 250 mîlyon salan de, germahiya gerdûnî dê mirov jî di nav de ji bo mamik, pir zêde be. -
Sira 'mirovên kulîlkan' a Zagrosan
Li ser polenên li gora 75 hezar salî ya li şikefta Şenader a Zagrosan hatin dîtin, şîroveyeke welê hate kirin ku Neanderthalan miriyên xwe bi kulîlkan vedişartin. Li hemberî vê şîroveyê, tezeke cuda hate kirin. -
Hewa ji Serdema Navîn germtir dibe!
Li gor Enstîtuya Daristan, Lêkolîna Berf û Peyzajê ya Federal a Swîsreyê (WSL), hewa ji hezar salê berê germtir dibe. -
Xerabûna pergala herikînê ya li okyanûsan dikare bibe sedema felaketê
Zanyar hişyariyê didin, ku eger germahiya global dewam bike sîstema herikînê ya okyanûsan di nava çend deh salan de hilweşe. Rewşeke bi vî rengî jî dikare bibe sedema felaketekê ku bandorê li her kesî bike. -
PE’yê rêya sererastkirina jîriya çêkirî vekir
Parlamentoya Ewropayê (PE), bi armanca sînordakirina rîskên pergalên jîriya çêkirî yên ChatGPT, pêşnûmayeke rêziknameya Ewropayê ku pê rê li ber hevdîtina bi dewletên endam re vebû, erê kir. -
Pisporan careke din hişyarî dan: Hişê Çêkirî dikare dawî li mirovahiyê bîne!
Afirînerê ChatGPT Sam Altman jî di nav de komek ji pispor û rêveberên şîrketan hişyarî dan ku belavbûna hişê çêkirî li ser mirovahiyê gefa 'tunekirinê' ye. -
Çînê yekemîn astronotê sivîl şand fezayê
Çînê yek jê sivîl bi giştî sê astronot şand fezayê. -
Hînton têkildarê xeteriyên jîriya çêkirî hişyar kir
Geoffrey Hînton ku çekêrekê jîriya çêkirî tê qebûlkirin, ji bo di warê xeteriyên jîriya çêkirî de hişyariyan bike, biryar da ku dev ji erka xwe ya di Googleyê de berde. -
Çîn di teknolojiyê bi pêşiya DYE’yê ket
Di raporekê de ku ji aliyê Enstîtuya Polîtîkaya Stratejîk a Awûstralyayê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku di nav 44 teknolojiyên herî dawî li ser hatine rawestin, Çîn di 37 heban de li pêş e. -
Ji bo jiyanê gerstêrkeke nû hate keşfkirin
Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê mezin keşf kirine. -
Sira dirêjiya emrê betona Romayê hat keşfkirin
Zanyarên Swîsreyî ku lêkolîn li ser avahiyên dîrokî yên Romayiyan kirin, keşf kirin ku avahî çawa bi hezaran sal in ku hilnaweşin.