Pirtûka nûçegihana ETHA û ANF’ê Arzû Demîr ya bi navê 'Rewşa Şoreşê ya Rojava' ji weşanên Ceylan derket. Weşanxaneyê biryar da ku pereyê ji çapa yekem bê girtin, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bişîne.
Nûçegihana ETHA û ANF’ê Arzû Demîr Demîr bi pirtûka xwe ya bi navê 'Rewşa Şoreşê ya Rojava' hewl dide Rojava bide nasîn û ji bo xwe watedar bike. Ev pirtûk wisa bi gotinan nayê amadekirin, bi vegotinên kesên ku Rojava ava dikin, hatiye amadekirin.
Pirtûk bi taybet nîqaşa 'Rojava şoreşe yan na?’ nameşîne. Bersiv, di rastiyê di nava pirtûkê de ye. Bêguman 19'ê Tîrmeha 2012’an, ji bo Rojava dîrokek girîng e. Nedîtina qezencên ev dîroka afirandiye, nedîtina têkoşîna 30 salan a Tevgera Azadiya Kurd, rastî nekarin bi tevahî bên nirxandin. Ji ber vê jî ev pirtûk nîşan dide ku şoreşa Rojava li ser qezencekê hatiye avakirin û her wiha ji vegotinên kesên bi keda xwe ev afirrandine pêk tê.
Nivîskarê bal kişandiye ser tiştên heyî. Kelecana wê ya di navbera hevokan de jî ji ber vê ye. Avakirina komunan, aboriya ku berê tinebû û piştî şer bi tevahî têk çûye, çawa bi keda kolektîf hat avakirin, hiqûq çawa civakî bûye, bi rastî jî kelecanê dide mirovan. Lê ya herî girîng jin e. Beşeke girîng a pirtûkê ji guherîn û veguhertina ku jinên Rojava jiyaye pêk tê.
Gotinên mîlîtanake YPJ’ê yên weke 'Beriya şoreşê ez nikarîbûm di van kolanan de derbas bibim. Niha ez bi çeka xwe digerim û mêr jî neçar dimînin serê xwe berdin erdê.' Ev gotin di rastiyê de veguhertina jinê zêdetir nîşan dide. Lê şoreşa Rojava bi vê jî ne bi sînor e. Jinan wek gerîla, leşker û mîlîs li eniya herî pêş cih girtin û têkoşîna hebûnê dan. Di vê qadê de bi mêran re bûn yek. Li gelek mewziyan şer kirin û şehîd dan.
Dayika 6 zarokan Halîce dibêje; 'Mêr çawa tevlî jiyanê dibe, min jî xwest ez wisa beşdar bibim. Ji ber vê ez hatim perwerdê.' Beşdarbûna wê ya Akademiya Jinê û Şoreşê, ne pêngavek hêsan e. Halîce ruhê şoreşê hem di alî civakî û hem jî di alî zayendî de ferq kir û xist pratîkê. Dayikên ku heta duh ji mala xwe derneketibûn, li meclîsên gel wek dadgerên ku edelet belav dikirin, derketin pêşberî me.
Tevî têkoşîna li dijî paşverûtî û feodeliyê, hukma 'mafê jinan di her qada siyasî, civakî, aborî, çandî û jiyanê de heye' ya di Peyman Civakî ya Destûra Bingehîn a Rojava de heye, statuya jinê ewle dike. Xweparastin di Peymana Civakî de 'Jin xwedî xwe parastinê û redkirina newekheviya zayendî ye’ wek maf cih digire.
'JIN BI RÊXISTINÊ XURT BÛN'
Di şoreşa jinê de hêza jinê li her qadê bi rêxistinbûnê derket holê. Jinên Kurd bi vê jî Bİ sînor neman û di serî de jinên Ereb û hemû jinên aliyên cuda yên civakê teşwîqê beşdarbûna têkoşînê dike. Wek şert jî dide pêş. Yanî bi rêxistinkirinê beşdarbûnan dikin.
Fêmkirina şoreşa rojava, ji dîtina pêngavên ku jin davêjin jî têr dike. Di beşa dawî ya pirtûkê de tê armanc kirin ku karekterê enternasyonal yê şoreşê derkeve holê.
MLKP’ê piştî şoreşê bang kir û beşeke kadro û alîgirên ê ji bo parastina şoreşê bi awayekî pratîk di têkoşînê de cih girtin û îro bi avakirina Tabura Azad a Enternasyonel re ji gelek deverên cîhanê şoreşger, komunîst, ronakbîr beşdarî şoreşê dibin. Di beşa dawî ya pirtûkê de roportajên bi MLKP Rojava re hatine kirin cih digirin.
Arzû Demîr piştî pirtûka xwe ya 'Rewşa Çiya ya Jinê' niha bi pirtûka 'Rewşa Şoreşê ya Rojava' daxwaz dike ku em careke din bala xwe bidin dînamîkên şoreşê yên Rojhilata Navîn. Ev pirtûk ji bo naskirina şoreşa Rojava û ji bo xwe watedarkirin xebateke bi îdîa ye.