Ji Young Struggle piştevaniya bi Kobanê re

Ji bo kampanyaya ji nû ve avakirina Kobanê ji Swîsreyê destek hat. Rêxistina Young Straggle ya Swîsreyê, şeva piştevaniyê ya bi Kobanê re pêk anî û pereyê hat komkirin, ji bo projeya Navenda Tenduristiyê ya ICOR ve hatiye destpêkirin, tê veguhestin.

Li ser navê Young Struggle daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku  ji bo xwedî li mîrateya Ivana Hoffman derkevin divê di xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin.

PIŞTEVANÎ WÊ BIDOME

Endamên YS’ê diyar kirin ku pereyê di bernameyê de hatiye berhevkirin wê ji bo Navenda Tenduristiyê ya ji aliyê ICOR ve hatiye destpêkirin, bê veguhestin û gotin li Swîsreyê ji bo piştevaniya bi Şoreşa Rojava re wê bernameyên xwe bidomînin.