Tulay Hatîmogûllari: Bila dewlet gavê biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Kurtasiya fikrê gelê Kurd e ku berdêlên giran daye. Hevoka kurt bi vî rengî ye; em aştiyê dixwazin, bila dewleta gavê biavêje."

KONGREYA ÊLIHÊ YA DEM PARTIYÊ

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî Kongreya Asayî ya 2'emîn a Rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê bû. Di kongreyê de ku bi hezaran kes amade bûn, wêneyên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sakîne Cansiz û Mûstafa Mesût Tekîk, rojnamevana li Silêmaniyeyê hate qetilkirin Gulistan Tara, endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî", "Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxisin dikin", "Soz ji te re wê aştî bê vî welatî" hatin daliqandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna Mûstafa Mesût Tekîk wê têkoşînê bi ser bixînin.

Hevşaredara ku wezîfeya wê hate desteserkirin û qeyûm li şûna wê hate danîn Gulistan Sonuk jî got, "Armanca me ew e ku em li gorî ruhê pêvajoyê têkoşînê bimeşînin û têkoşîna gelê Kurd bi aştiyeke bi rûmet bi ser bixînin."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştre axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Rêxistina wî bersiv da vê bangê û kongreya xwe pêk anî. Em di demeke welê de ne ku ji bo avakirina aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên girîng têne avêtin. Em li Tirkiyeyê di wê astê de ne ku karin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Eger hilbijartineke demokratîk bê kirin, hejmara şaredariyê me wê bi du qatî zêde bibe. Ji aliyê naverokê ve em partiya herî girîng a siyasî ya Tirkiyeyê ne, ji aliyê temsîliyetê ve jî sêyemîn partiya herî mezin û muxalefetê ne. Em bi piştgiriya gelê Kurd û hemû bindestan hatin vê derê. Em li ber wê demê ne ku destketiyên me heta niha bi dest xistine bigihînin asta hiqûqî. Bêguman em dikarin vê bi ser bixînin. Ji ber ne tenê gelê Kurd her wiha pêwîstiya Tirk, Ereb, Laz, Çerkes 86 milyon mirovên li vî welatî bi vê yekê heye. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li naverastê ma. Ji bo êşkence lê bê kirin 7 rojan cenaze li naverastê hate hiştin. Kurê wê Mehmet Înan vê dibêje; 'Em ji dil piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan, bila dewlet gavê biavêje'. Yên ku berdêl nedane mafê wan nîne ku bibêjin 'em aştiyê naxwazin'. Dayika hêja ya keça me Cemîle ku cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hate hiştin Emîne Çagirga dibêje, 'Du zarokên min li ber çavên min hatin qetilkirin. Li gel vê yekê dibêjim aştî. Ez ji vê pêvajoyê bi hêvî me, divê dewlet teqez gavê biavêje'. Ev yek kurtasiya fikrê gelê Kurd e ku berdêlên giran daye. Bi yek hevoka kurt bi vî rengî ye; em aştiyê dixwazin, bila dewlet gavê biavêje. Dayikên li vê salonê ev daxwaza gelê Kurd careke din anîn ziman. Bila dewlet gavê biavêje.

Armanca me ya herî mezin civakîkirina aştiyê ye. Gelê me dibêje 'Birêz Ocalan bang kir û rêxistin jî li gorî bangê tevgeriya, kongreya xwe pêk anî. Biryarên xwe eşkere kir. Baş e, dewlet li benda çi ye?' Belê bendewariya gel ji rayedaran mezin e, ev pirs li Êlih, Mêrdîn, Qers, Stenbol, Edîrne, li çar aliyên Tirkiyeyê tê kirin. Di vê pêvajoyê de meseleya esasî ew e ku Tirkiye bibe welatekî çawa. Wê li vî welatî wê hemû reng di welatîbûna hevpar de bigihêjin hev, an jî wê bi çoyê dadgerî û navendîperestiya ewlekariyê rejîm hewl bide civakê bi rê ve bibe? Her kes neçar e ji vê ezmûnê derbas bibe. Weke DEM Partî em dibêjin, divê Tirkiye tercîha xwe li aliyê demokrasî û aştiyê bike. Ji ber vê yekê demokrasî û aştî dirûşma me ya bingehîn e."

Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Apo bêne afirandin û got, "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got, 'Silavê min li her kesî bikin ên ji bo aştiyê têdikoşin û hemû gelên me'. Ez silavê wî radigihînim. Ji vê derê jî em bibêjin, hezar silav ji Îmraliyê re."