Li hemberî DÎSK'ê nerazîbûna 'derxistina ji kar'

Xebatkara paqijiyê Oya Baydak a ku ji be endametiya li Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Fatîhê ve bi awayekî yekalî peymana wê ya kar hat betalkirin, vê jî ji aliyê sendîkayê ve dawî li karê wê hat anîn.

Xebatkara paqijiyê Oya Baydak a ku ji be endametiya li Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Fatîhê ve bi awayekî yekalî peymana wê ya kar hat betalkirin, vê jî ji aliyê sendîkayê ve dawî li karê wê hat anîn. Baykan a ji bo li mafê xwe bigere çû Avahiya Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Şîşî, ji ber ku mûxatap nedît, li ber avahiyê kon veda û ev du roj in li ber xwe dide.

Xebatkara paqijiyê Oya Baydak a ku ji be endametiya li sendîkayê di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Fatîhê ve bi awayekî yekalî peymana wê ya kar hat betalkirin, bi biryara derxistina ji kar a Sendîkaya Genel-Îşê re careke din mexdûr bû. Baydak a çar sal in li Herêma Aliyê Ewropa ya Genel-Îşê dixebite, piştî ku ji 10 rojên xwe yên bêhnvedanê vegeriya, bi rêya kaxizek jê re hat dayîn, dawî li karê wê hat anîn. Baydak îdîa kir ku di kaxiza jê re hatiye dayîn de li ser sedema derxistina ji kar tiştek nehatiye nivîsandin. Baydak da xuyakirin ku ji bo lêgerîna li mafê xwe ew çûye Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Şîşlî, lê ji ber ku mûxatab nedîtiye li ber avahiyê kon vedaye û dest bi berxwedanê kiriye. Baydak da zanîn ku ev 22 sal in wê mehane bi rêkûpêk daye sendîkayê û bi awayekî nemafdar û bê hiqûqî ji kar hatiye derxistin.

'SENDÎKA XWEDÎ LI KARKERAN DERNAKEVIN'

Berdevka Tevgera Karkerên Şoreşger (DÎH) Munevver Aşçi destek da berxwedana Oya Baydak û anî ziman ku her çend li ser kaxizê nebe jî ew endamê xwezayî yê DÎSK'ê ne û got, "Em şoreşger in, em mirovên têkoşîna çînî dimeşînin. Xwedîderketina li mafê karkerekî/ê li aliyekî, sendîka êdî karkerê xwe diavêje derve." Aşçi bibîr xist ku xwediyê rastî yê sendîkayê karker in, lê belê sendîkavanî li Tirkiyeyê veguheriye derfeta kar.

Oya Baydak xwe amade dike roja Sêşemê li Edliyeya Çaglayanê ji bo ji nû ve wergirtina karê xwe dozê veke. Parêzerê Baydak Suleyman Gokten bibîr xist ku DÎSK di sala 1967'an de li dijî 'sendîkavaniya dewletê weke sendîkavaniya çîn' ava bûye û got, "Êdî sendîkavaniya sîstemê jî bihuriye û sendîkavaniya patronan derketiye holê."

ÇERKEZOGLÛ: MEKANÎZMAYA BIRYARÊ NE DÎSK E

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû ku bi rêya telefonê me xwe gihand wê, tevî ku li binê kaxiza derxistina ji kar îmzeya Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko heye jî diyar kir ku di mijara derxistina ji kar de mekanîzmaya biryarê ne DÎSK e, Sendîkaya Genel-Îş e. Çerkezoglû da xuyakirin ku weke DÎSK wan her tim destek dan karkerên li ber xwe didin.

...