Vegotinên Ereb û Tirkmenên ji Girê Spî li Stenbolê hatin berevajîkirin
Derket holê ku vegotinên Ereb û Tirkmenên ji Girê Spî yên ji komîteya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê gotin YPG'ê zext li wan nekiriye, li Stenbolê hatine berevajîkirin.
Derket holê ku vegotinên Ereb û Tirkmenên ji Girê Spî yên ji komîteya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê gotin YPG'ê zext li wan nekiriye, li Stenbolê hatine berevajîkirin.
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ji bo li Girê Spî (Til Ebyad) lêkolînan bike, komîteyek ava kir. Ereb û Tirkmenên Girê Spî yên ji komîteyê re ragihandin ku YPG'ê zext li wan nekirine, derket holê ku ev vegotinên wan piştî hin rêze hevdîtinên li Stenbolê hatine berevajîkirin. Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdên li Sûriyeyê (DAD) ê Mihemed Îsmet ê di komîteyê de cih digire got, "Komîteyê piştî hevdîtina li Stenbolê, agahî berevajî kir û raporek ku YPG'ê weke rêxistinbûyîneke dagirker û terorîst nîşan dide, amade kir."
Piştî ku Girê Spî ji aliyê YPG'ê ve hat azadkirin, di serî de dewleta Tirk, Koalîsyona Neteweyî ya Sûrieyyê û hin derdoran îdîa kirin ku YPG zextê li gelên Ereb û Tirkmen ên li Girê Spî dike û wan koçber dike. Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê di nava meha Hezîranê de ragihand ku ji bo lêkolînkirina van îdîayan ew ê komîteyek ji nûnerên rêxistinên mafên mirovan ava bike. Ji bo vê komîteyê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdên Sûriyeyê (DAD) ya nêzî ENKS'ê hat vexwendin. Li ser navê DAD'ê jî Mihemed Îsmet li nava komîteyê hat wezîfedarkirin. Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku beriya niha ragihandibû wê komîte ji rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê pêk were, cih neda van rêxistinan û li şûna wan endamên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û endamên xwe lê bicih kir. Ji rêxistinên mafên mirovan bi tenê nûnerê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdên Sûriyeyê Mihemed Îsmet cih girt. Komîteya li Kaniya Xezalan civiya, bi Ereb û Tirkmenên li vir re civiya. Di hevdîtinan de Ereb û Tirkmenan ji komîteyê re gotin, "Em li zexta YPG'ê rast nehatin. YPG'ê ji me re got 'ax a we ye, hûn kengî bixwazin dikarin vegerin. Em ji bo ewlekariya we û afirandina rewşeke demokratîk li vir in.'" Endamên komîteyê yên agahiyek li ser îdîayên zexta YPG'ê bi dest nexist, berê xwe da Stenbolê. Piştî hin rêze hevdîtinan rapora hat amadekirin û berevajî daxuyaniyên gelan d, raporê de hat gotin, "YPG'ê zext kir. Dagirkerî û koçberî kir."
'KOMÎTEYÊ VEGOTIN LI DIJÎ YPG'Ê GUHERAND'
Mihemed Îsmet got, "Dema em civiyan me dît ku komîte bi temamî ji endamên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî pêk tê. Em li dijî vê derketin, lê nehat qebûlkirin. Di hevdîtina bi gelên Ereb û Tirkmen re, hewl hat dayîn ku bi wan re bê gotin ku YPG'ê zext kiriye. Me dît ku armanca yekane ya komîteyê ew e ku YPG'ê weke dagirker û terorîst nîşan bide. Berî rapor were amadekirin, em ji bo Stenbolê hatin vexwendin. Li ser vê yekê me xwe ji komîteyê vekişandin."
Îsmet da xuyakirin ku rapora komîteyê ya di 27'ê Hezîranê de hat weşandin, dûrî ji rastiyane û destnÎşan kir ku agahiyên gelan dane, li Stenbolê piştî hin rêze hevdîtinan hatine berevajîkirin.
'TEXMÎN DIKIM KU DI HEVDÎTINAN RDE RAYEDARÊN DEWLETA TIRK JÎ AMADE BÛN'
Îsmet anî ziman ku ew texmîn dike di hevdîtinên li Stenbolê de tevî endamên Hikûmeta Demkî, rayedarên dewleta Tirk jî amade bûn û got, "Ji xwe piştî ku komîteya alîgir vegotinên li bendê bû ji gelan nebihîst, ket nava dudiliyê ku çawa raporê amade bike. Lê belê piştî hevdîtinên li Stenbolê, di çarçoveya fermanên ji wan re hat dayîn, raporek ji derewan hat amadekirin."
'DERKET HOLÊ KU YPG ZEXT NEKIRIYE'
Îsmet da zanîn ku di hevdîtinan de derketiye holê YPG li Girê Spî ne dagirker e, gel tehcîr nekiriye, zext li gelan nekiriye û anî ziman ku rastiya divê bê aşkerakirin û rapora divê were weşandin bi vî rengî ye. Îsmet got, "Li vir dixwazim bêjim, ku rastiya di hevdîtinan de derket holê, hatiye berevajîkirin. Divê her kes rastiyê bizanibe, gelên Ereb û Tirkmen anîn ziman ku ji xwe ew ê vegerin û YPG'ê ew ji zilma DAIŞ'ê rizgar kiriye. Dan xuyakirin ku ji ber xeteriya şer, ew ji Girê Spî derketine."
Îsmet diyar kir ku piraniya mirovên wan hevdîtin bi wan re kirine anîne ziman ku xizmên wan û malbatên wan vegeriyane Girê Spî, yên mane jî dixwazin vegerin.