BI DÎMEN

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn li Grazê hatin bibîranîn

Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn de Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Grazê hatin bibîranîn.

Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn de Şehîdên Azadiya Kurdistanê li bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin li ser rola şehîdan a di Têkoşîna Azadiyê de.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Kaytan û Altûn hat pêşandan.

Di bîranînê de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê helaw hat belavkirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.