Alenka Zupančič: Divê her kes xwedî li banga Ocalan derkeve

Teorîsyena civakî û felsefevan Alenka Zupančič a ji Slovenyayê banga xwedî derketina li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê kir.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê peyama piştgiriyê ya Alenka Zupančič a ji bo banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk parve kir.

Alenka Zupančič yek ji damezrînerên Ekola Ljubljana Psikanaliz ku bandora Lacan lê serwer e. Di heman demê de weke lêkolînvaneke Nîetzsche tê naskirin. Peyama Alenka Zupančič bi vî rengî ye:

“Ez heya dawî piştgirî didim banga Rêberê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û bang li hemû rewşenbîran dikim ku xwedî li banga Ocalan derbikevin.

Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê; yek ji wan suprîzan e ku cesaretê dide me da ku em di têkoşîna xwe de israr bikin.”