ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin
Şandeya ber bi Silêmaniyê ve bi rê ket derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Şande ji aliyê Waliyê Duhokê û endamên parlamentoyê ve hate pêşwazîkirin. -
150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin
Şandeya ku li ser ji bo tevlî merasîma çekberdanê ya PKK’ê bibin bi rê ketin, li Cizîrê bi tilîlî û peyamên aştiyê hatin verêkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Ev xalekî werçerxê ya dîrokî ye.” -
Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan
Hamza Yunaçti ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê 30 salên xwe temam kir, hate berdan. -
Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin
Ji bo gerîlayê PKK’ê Abdullah Okur PKK’î ku di sala 1997’an de li Dersimê şehîd bibû, li Wanê şîn hate danîn û bi sedan kes serdanê şînê kir. -
Di meha 117'an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê
Di meha 117'an a Komkujiya 10'ê Cotmehê de ya li Gar a Enqereyê hate kirin, 104 kesên hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!
Parlamenter li ser peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk bi vê peyamê re bêhtir şênber bû." -
'Ew, ji bo gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê'
Koma Hevrayê banga bîmen a Rêber Apo nirxand û got: ‘’Ew, bi rastî jî bi hemû pêngavên xwe di serî de Kurdistan ji bo gelên gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê. Cîhan û Rojhilata Navîn ronî dike û mizgîniyên mezin dide gelan.’’ -
Ozturk: Daxuyanî wê rê li ber pêvajoyê veke
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk banga Rêber Apo ya nû nirxand û anî ziman ku bang wê rê li ber pêvajoyê veke û gelekî girîng e. -
'Pêwîstiya demokrasiya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye'
Sezaî Temellî, behsa operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê kir û got, "Demokratîkbûna Tirkiyeyê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkûn e; yek bêyî ya din çênabe." -
'Me ji bang û dîmenê Rêber Apo hêzeke mezin girt'
Kurdên li bajarê Stenbolê anîn ziman ku ew bi dîtina dîmenên Rêber Apo û banga nû gelekî kêfxweş in. -
Şaredarê Şîleyê hate binçavkirin
Şaredarê Şîleyê yê ji CHP'ê Ozgur Kabadayi hate binçavkrin. -
Prof. Bezwan: Kurd divê ji vê demê re amade bin
Prof. Naif Bezwan anî ziman ku divê siyaset û civaka Kurd ji aliyê leşkerî, fikrî, stratejîk û gotinê ve xwe ji dema nû re amade bikin û got, “Divê Kurd vê carê xwedî mafên xwe bin.” -
Eren Keskîn: Peyama bi dîmen asta heyî nîşan da
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya peyama bi dîmen a Rêber Apo û anî ziman ku vê yekê asta heyî nîşan daye. -
ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çapemeniya Cîhanê: Ji Rêberê dîrokî, banga dîrokî
Banga bi dîmen a Rêber Apo, di çapemeniya cîhanê de bi awayek berfireh cîh girt. Dezgehên çapemeniyê bal kişandin ser rola girîng a Rêber Apo ya di Berxwedana Azadiya Kurd de û armanca ji bo veguherîna siyaseta demokratîk hildan dest. -
DEM Partî li dijî binpêkirinên li ser girtiyan serî li Meclîisê da
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, têkildarî binpêkirinên sîstematîk ên li Girtîgeha Sîncanê tên kirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. -
OHD: Divê girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
OHD'ê ji bo girtiyê nexweş Devrîn Ayik li ber Girtîgeha Antalyayê daxuyanî da û daxwaza berdana girtiya nexweş Ayik kir. -
Berdevka DEM Partiyê: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyê bin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo daxuyaniya gerîla bişopînin ew ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bin. -
ADGB: Werin em têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin!
ADGB’ê got: ‘’Li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em di sala 10’emîn de têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin.’’ -
Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin
Di encama êrîşa hêzên Îranê de kolberek hate qetilkirin, yek jî birîndar bû. -
Piştî bangê bal çû ser merasîma PKK'ê
Piştî banga dîrokî ya bi dîmen a Rêber Apo ku di nava dîlgirtina 26 salan de yekemcar hate weşandin, bal çû ser merasîma PKK'ê ku tê payin li Silêmaniyeyê bê lidarxistin. -
Bayindir: Divê desthilatdarî bi xemsarî nêzî bangê nebe
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bang li desthilatdarî û muxalefeta siyasî û civakî kir ku piştî banga Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih bînin. -
Bang û dîmenên Rêber Apo hêviyeke mezin da malbatan
Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç da zanîn ku banga Rêber Apo ya bidîmen hêviyeke mezin da malbatan. -
Hişê çêkirî yê X’ê (Grok) piştî heqaretkirina li Erdogan hate qedexekirin
Groka amûra naverokê ya hişê çêkirî ya X’ê ku yek ji platforma medyaya dijîtal a li seranserê cîhanê gelek tê bikaranîn, ji ber parvekirinên xwe yên heqaretê yên duh bi şev hate astengkirin. -
Ji Rêber Apo banga dîrokî
Rêber Apo bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Baweriya min bi hêza aştiya civakî û siyasetê tê, ne bi çekê. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê."