DAIŞ'ê gef li Fransayê xwar
Çeteyên DAIŞ'ê yên di hedefa koalîsyona li Sûriye û Iraqê de ne, gef li Fransayê xwarin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di hedefa koalîsyona li Sûriye û Iraqê de ne, gef li Fransayê xwarin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di hedefa koalîsyona li Sûriye û Iraqê de ne, gef li Fransayê xwarin. Saziya SITE ya ku malperên çeteyan dişopîne da xuyakirin ku di mesaja DAIŞ'ê ya bi dîmen de gefa 'heta têk biçin wê li hemberî wan şer bê kirin' li Serokkomar Hollande û Fransiyan hatiye xwarin.
Di vîdeoyeke çeteyên DAIŞ'ê li înternetê weşandî de, çeteyekî li Iraqê çalakiya întixarî pêk anî, gefê dixwe. Di vîdeoya zêdeyî 4 deqeyan de çeteyê Fransî yê bi navê Kevîn Chassîn, gefê li Serokkomar Françoîs Hollande û welatiyên Fransayê dixwe.
Kesê di vîdeoyê de diaxive ji Hollande û 'hemû kesên li dijî DAIŞ'ê şer dikin' re dibêje, "Divê hûn zanibin ku hûn ketine nava şerekî nikarin qezenç bikin". Di mesajê de tê îdîakirin ku heta welatiyên Fransayê 'têk biçin' wê şer dewam dike.
Hat ragihandin ku endamê DAIŞ'ê yê di vê mesajê de gefê dixwe, di sala 2013'an de ji bajarê Toûloûse çûye Sûriyeyê û di Gulana bihurî de li bajarê Hadîja yê Iraqê piştî êrîşa bombeyî ya xwekujî hatiye kuştin.