Li Heleb û Humsê ji ber şer bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da
Di şer û pevçûnên li Heleb û Humsê ku di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de qewimîne de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Hums çeteyên DAIŞ’ê şevê din di navendên hêzên rejîmê yên li stasyona Tirênê ya 4’an û li herêma Hecar a li rojhilatê Humsê 2 wesayîtên bombebarkirî teqandin. Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encama her du teqînan de derdora 20 endamên rejîmê hatine kuştin. Hate gotin ku piştî teqînan şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de derketiye.
Li Helebê jî hêzên rejîmê herêma Bab a bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya çeteyên DIAŞ’ê de ye bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 12 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûne. Der barê nasnameya kuştiyan de ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Balafirên rejîmê taxa Dihêrit Ewad a Helebê bombebaran kirin. Der barê encamê de ti aghî ne hatine bidestxistin.
Şevê din jî li herêma Soran û Ezaz ên bakurê Helebê di navbera çekdarên li ser navê Islamê tevdigerin û çetyên DAIŞ’ê de şer derket. Der barê encamê de ti agahî ne hatin bidestxistin.