ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî koalîsyona şer a AKP'ê, Bloka Aştiyê ya gelan
Hêzên ked, aştî û demokrasiyê li hemberî gef û planên şer ên AKP li Rojavayê Kurdistanê dixwin hatin cem hev û gotin, "Em dikarin şerê AKP'ê bisekinînin." -
'Li Girtîgeha Amasyayê tecrîd heye'
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Amasyayê xist rojeva Meclîsê û li ser mijarê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîr Îpek kir. -
MLKP Rojava: Ji şervanên Spanyolî re azadî!
MLKP Rojava nerazîbûn nîşanî girtina du şoreşgerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine da û diyar kirin mezinkirina têkoşîna enternasyonal wê van êrîşan pûç bike. -
Li Akdenîzê 9 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Mersîn Akdenîzê, danê vê sibehê di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin. -
10 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Mûş Kop, Gimgim û Milazgirê û li Îzmîrê 10 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin. -
Zarokên Gezî diçin Kobanê
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên dibêjin "Ji Gezî heta Kobanê berxwedan dewam dike", wê biçin Kobanê, tevlî karê ji nû ve avakirinê bibin, karê paqijiyê bikin, daristan û pirtûkxaneya bîranînê ava bikin. -
'Bi guherîna li MEB re xwendekarên mûxalîf tên neqandin'
Serokê Şaxê Hejmara 2. ê Egîtîm-Senê Kiliç diyar kir ku hikûmeta dixwaze mirovên li gorî dilê xwe perwerde bike û destnîşan kir ku li lîseyan xwendekarên ne li gorî AKP'ê difikirin tên neqandin. -
Erdogan erka avakirina hikûmetê da Davûtoglû
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan erka avakirina hikûmetê da Serokwezîr Ahmet Davûtoglû. -
Du karkerên ketin kanala avê winda bûn
Li Edeneyê du karkerên ketin kanala avê ya DSÎ winda bûn. -
Daxwaza hevdîtinê ya 100 parêzeran a bi Ocalan re hat redkirin
Serlêdana 100 parêzerên ku xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi hinceta “keştî xerabe ye” hat redkirin. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê standa ji bo Rojava asteng kir
Standa piştgiriyê ya ji bo Rojava ku 10 roj e li semta Kadikoy a Stenbolê vekiriye, îro ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hat rakirin. -
Ji wekîlên HDP’ê li hember HES û bendavan daxuyanî
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Edîp Berk û Îmam Taşçıier li Meclîsê têkildarî bendav û HES’ên tê xwestin li navçeya Farqîn a Amedê bên çêkirin daxuyaniyek dan. -
Li qadên gerîla tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên artêşa Tirk, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Gelê li Şirnexê bazirganiya li ser sînor dike rastî zextê tê
Artêşa Tirk, zorê dide gelê li erdên Geznax, Gora Pirê, Suarêxalo û Bilbes ên navçeya Şirnex Elkê bazirganiya li ser sînor dike. -
Têkildarî êrîşa Karataş qeydên kamerayê hat xwestin
Di rojên ku çalakiyên ji bo Kobanê pêk dihatin de, piştî daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê yên hedef nîşan didan, Karataş yê HDP’î rastî êrîşa bi kêr hatibû û doza têkildarî bûyerê de hatibû vekirin, berdewam kir. -
HDP'ê binpêkirinên li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Beştaş binpêkirina mafan li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê. Beştaş bi vê armancê pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê kir. -
'Girtiyên ATÎK'ê bila bên berdan'
Der barê girtina 11 aktîvîstên ATÎK'ê û binpêkirina mafên wan li girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. -
Tûncel û Kurkçu: Li hemberî HDK'ê komploya dadgeriyê hat kirin
Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu nerazîbûn nîşanî sûcdariya "rêxistina terorê" ya li HDK'ê tê kirin dan û destnîşan kirin ku HDK ji her alî ve Însiyatîfeke civakî ya demokratîk a qanûnî û rewa ye. -
Wê Dîwana Serokatiyê ji 18 kesan pêk bê
Pêşniyara Serokatiya Meclîsê ya der barê Dîwana Serokatiya Meclîsê ji 18 kesan pêk bê, di Desteya Giştî de hat erêkirin. Bi vî awayî hejmara Dîwana Serokatiyê ya Meclîsê derket 18 kesan. -
Kurkçu: Divê lîstika hilbijartina zû ya Erdogan bê xerakirin
Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku pêwîst e lîstika Erdogan a “hilbijartina zû” bê xerakirin. -
HDP’ê mirinên ji ber vîrûsê ji hikûmetê pirs kir
Parlamentera HDP’ê Beştaş mirinên ji ber kirim-kongo yên li Edeneyê bir Meclîsê. -
Hejmara mirovên li Wanê hatin binçavkirin bû 8
Hejmara welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê danê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bû 8. -
Ji Bûldan û Balûken daxuyaniya li ser 'êrîşa Roboskî'
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, der barê terora dewletê ya li Roboskî de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berpirsyariya AKP'ê. -
Parlamenterên HDP’ê êrîşa li hemberî gelê Roboskî û Encu şermezar kirin
Parlamenterên HDP’ê civînek çapemeniyê lidar xistin û êrîşa li dijî parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu û gelê Roboskî şermezar kirin. -
Doza Pasûrê: Erd hejiya, arşîv li ber avê ket
Di doza ku Fermandarê 2. Tûgaya Komando ya Bolûyê Yavûz Erturk weke berpirsyarê bûyera kuştina 11 gundiyan tê darizandin de, Fermandariya Tûgayê belge û agahiyên dadgehê xwest, neşand. Sedem jî; erd hejiya, arşîv li ber avê ket.