Şehîdên Meha Gulanê li Sionayê hatin bibîranîn
Li Sionayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyên xwendina kolektîf û pêşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn.
Li Sionayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyên xwendina kolektîf û pêşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn.
Li paytexta kantona Valais a Swîsreyê Sionayê kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de di meha Gulanê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.
Çalakiya ku bi organîzasyona hevpar a Înîsiyatîfa Kurd a Valais û Înîsiyatîfa Jinê ya Leyla Qasim hate lidarxistin, di şexsê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate pêşandan. Di pêşandanê de çîrokên berxwedanê ya kadroyên pêşeng, fedayî û fermandarên ku ji zindanên Amedê heta çiyayên Botanê li çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne, cih girtin.
Di çarçoveya çalakiyê de bi bingehgirtina nêzîkatiyên îdeolojîk û polîtîk ên Rêber Apo xwendinên kolektîf û nîqş hatin kirin. Beşdaran di çarçoveya gotina “Parêznameyên min li ku derê bin ez li wê derê me” ya Rêber Apo de nirxandin kirin.
Siyasetmedar û nivîskar Rûşen Tûtkû ku di çalakiyê de axivî, bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ya ji bo gelê Kurd. Tûtkû cihê pêşengên wekî Mazlûm Dogan, Çaran, Hakî Karer û Egî di têkoşînê de bi bîr xist.
Di dawiya çalakiyê de panela li ser têkoşîna azadiya jinê, pergalal konfederal a demokratîk û yekîtiya gelan hate lidarxistin. Di panelê de hate diyarkirin ku divê civaka Kurda a li Ewropayê zêdetir çalak û birêxistinkirî tevlî pêvajoyê bibe. Her wiha îşaret bi rola pêşengiyê ya jinan di têkoşîna civakî de hate kirin.
Çalakiya bîranînê ku bi tevlîbûneke zêde pêk hat, bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.