Li Lahr û Freiburgê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarên Lahr û Freiburgê yên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de peyama dilsoziya bi têkoşîna wan re hate dayîn.
Li bajarên Lahr û Freiburgê yên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de peyama dilsoziya bi têkoşîna wan re hate dayîn.
Li bajarên Lahr û Freiburgê yên Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Nûnerên meclîsê yên li Lahr û Freiburgê di axaftinên xwe de îşaret bi wateya meha Gulanê ya di dîroka têkoşînê de hate kirin û hate diyarkirin ku şervanên azadiyê ku di tevahiya mehê de şehîd bûne nehatine jibîrkirin.
Di axaftinên li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de wiha hate gotin: “Meha Gulanê meha windakirinên mezin e ku demxe xwe li dîroka berxwedanê ya gelan dane. Em hemû şehîdên xwe yên di vê mehê de bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku kem ê têkoşîna wan dewr bigrin.”
Nûpel Mûnzûr di axaftina xwe ya çalakiyê de diyar kir ku meha Gulanê bi taybet ji bo şoreş û berxwedanê xwedî wateyekî sembolîk e û wiha hate gotin: “Ji Denîz Gezmîş heta Hozan Mizgîn, ji Alî Haydar Kaytan heta Riza Altûn meha Gulanê navê berxwedanê ye. Bibîranîna wan bi xwedîderketina li têkoşîna wan pêkan e.”
Piştî axaftinan çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.