Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç di roja 9. de ye

Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç, ku ji ber rêya gundê wan di bin ava bendavê de maye û pir nayê çêkirin destpê kir, di roja 9. de dewam dike.

Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç, ku ji ber rêya gundê wan di bin ava bendavê de maye û pir nayê çêkirin destpê kir, di roja 9. de dewam dike.

Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, piştî serdana Malbata Ardûç bi rayedarên Walîtî û Şîrketê re hevdîtin kirin.

Li dû hevdîtinan wekîlên HDP'yî li ber avahiya Şaredariya Dêrsimê agahî dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê şopdarên vê pêvajoyê bin.

ŞAHÎN: REWŞA TENDURISTIYÊ YA MALBATÊ NEBAŞ DIBE

Şahîn got, "Her projeyeke bendavê me ji ziman, çand û baweriya me qut dike. Îro Bendava Pembelîk jî bi awayekê nehiqûqî hat çêkirin. Malbata Ardûç nexwest cih û warên xwe biterikîne û ji ber bendavê nikarin biçin mala li ser erdê xwe çêkirine." Şahîn bal kişand ser greva birçîbûnê û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya malbatê ber bi nebaşiyê ve diçe.

Şahîn di dewama axaftina xwe de got, "Me îro bi Walî beg re hevdîtin kir. Me hewl dan em bibin dengê Malbata Ardûç. Her wiha bi rayedarên Şîrketê re jî me hevdîtin kir. Ji destpêkê ve me bûyer dişopand. Weke Hevşaredar, Hevserokên Bajêr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û wekîlên bajêr, me hevdîtinên xwe pêk anîn. Em ê şopdarên rewşê bin. Di vê mijarê de xebatên me wê dewam bikin."

MEŞA DESTEKKIRINÊ

Ji bo destekkirina Malbata Ardûç wê îro danê êvarê saet di 19:00 de li Kolana Hunerê meşek were lidarxistin.