Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di Civîna Konseya Enternasyonal a Sosyalîst a Stenbolê de axivî û endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û bal kişand ser rola wî ya di têkoşîna sosyalîst û hewldanên aştiyê de.
Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser pevçûnên herêmî û diyar kir ku mîrateya mêtingeriyê li Ûkrayna, Sûriye, Xeze û herêmên din, şer gur kiriye û got ku bi mîlyonan kes ji ber van şeran ji cih û warên xwe bûne. Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku rejîma Sûriyê bi pêkhateyên îslamî yên radîkal re girêdayî ye û got ku ev yek metirsiyeke cidî li ser gelek koman û bi taybetî li ser jinan çêdikin.
Tulay Hatîmogullari, destnîşan kir ku welatên rojavayî di bin navê "Îslama nerm" de piştgiriyê didin van rejîman û got ku lê di rastiyê de ev pêkhate îslamîstên radîkal in. Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li hember Filistînê jî û bûyerên li Filistînê wek "trajediyeke mirovî" nirxand û xwest helwesteke zelal bê nîşandan.
PEYAMA RÊBER APO
Tulay Hatimogullari, bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin û diyar kir ku Rêber Apo destnîşan kir ku “Yekane rêya çareseriyê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.” Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku Rêber Apo gotiye “Divê hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn bi taybetî jî Kurd li ser esasê hemwelatîbûna wekhev bibin xwedî mafên xwe,” Tulay Hatîmogullari, her wiha parve kir ku Rêber Apo di hevdîtinên li Îmraliyê de wiha gotiy, "Ev bang ji bo xurtkirina têkoşînê ye ku bi perspektîfa sosyalîst û enternasyonalîst hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê tê meşandine. Di heman demê de banga veguherîna civakî û pêkhatî ye."
BIRYARA KONGREYA PKK’Ê
Tulay Hatimogullari, anî ziman ku PKK'ê li ser banga Rêber Apo kongreya xwe lidar xistiye û anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya herêmê jî qonaxeke girîng e. Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re, wê Tirkiye bikaribe ji krîzên herêmê re çareseriyên bi bandortir pêş bixe û got ku ev yek jî wê bandoreke erênî li siyaseta navneteweyî bike.
Tulay Hatîmogullari, destnîşan kir ku krîzên piralî yên li cîhanê ji ber rastgiriya tund û şovenîzmê tên kûrkirin û da zanîn ku li dijî van krîzan bi modelên çareseriyê yên radîkal û hevgirtî têkoşîneke kolektîf pêwîst e. Tulay Hatîmogullari, da xuyakirin ku li dijî kapîtalîzm, dîktatorî, faşîzm û emperyalîzmê divê kevneşopiya hevgirtinê ya berê ji nû ve bê avakirin.
Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku divê têkoşîna maf û edaletê ya bindestan bi têkoşîna aştiyê re bi awayekî hemwext bê meşandin û xwest, bloka aştiyê ya cîhanî ku ji Filistînê heta Kurdistanê, ji Kongoyê heta Ûkraynayê ji bo gelên di nava şer de ne, bê avakirin.