Cejna Zimanê Kurdî li St. Gallenê hat pîrozkirin
Li St. Gallenê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li St. Gallenê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin. Şahî li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin. Li cihê şahiyê wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Dîlber Hêma axivî û got: “Divê li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê Kurdî em li her cihê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Piştî axatinana Dîwana Dengbêjan hat danîn. Hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin li ser dikê. Di şahiyê de helbest jî hatin xwendin.