TKP/ML-TÎKKO: Em ê xeyalên wan ên azadiyê bidin jiyîn

Komîteya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û got, "Em soz didin ku em ê xeyalên wan ên azadiyê yên şoreşgerî bidin jiyîn."

Komîteya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di zîndana Amedê ya herî barbar û tarî ya faşîzmê de, Kemal Pîr û hevalên wî yên bi fedakirina bedena xwe re ala azadiyê li asta herî bilind li ba dan, namirin" û ev xal hat destnîşankirin:

"Lehengên 14'ê Tîrmehê ne tenê yên gelê Kurd, lehengên tevahiya gelên cîhanê yên bindest in.

Li şûna jiyana bi serîtewandina li pêş faşîzmê, wan em hînî mirina bi rûmet a berxwedana li ser piyan kirin. Wan nîşanî me dan ku em ên li ber xwe didin dikarin carekê bimirin, lê yên li ber xwe nadin her roj dimirin.

Dema têkoşîna azadiyê û berxwedana Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û hevalên wan tên vegotin, kêlî dicemide, dîrok dicemide, hemû nîşaneyên jiyanê dicemidin. Yên dipeyivin û dengê xwe berz dikin hevalên Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş in. Yên dipeyivin şoreşgerên egîd ên rûmetdar in.

Yên didin dû şopa dîrokê, yên li pey azadiyê dibezin, kengî xeyal û bîranînên hevalên Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş fêm kirin, hingî wê karibin xwe bigihînin serketinê.

Îro li Rojava, li çiyayên Kurdistanê, di grevên karkeran de, di berxwedanên azadiyê yên jinê de xeyala azadiyê ya hevalê Kemal Pîr heye.

Em soz didin ku em ê xeyalên azadiyê yên wan şoreşgeran bidin jiyîn. Bi vê bîr û baweriyê em li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."