KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Nabe ku pirsgirêka Kurd bi têgihiştina ewlekariyê bê nirxandin’
Hevseoka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pirsgirêka Kurd nabe ku bi têgihiştina ewlekariyê bê nirxandin, pêwîstî bi reforman, sererastkirinên qanûnî û naskirina hiqûqî heye. -
DAKB û FEDA’yê ji bo Nazîme Morsumbul peyama sersaxiyê da
DAKB û FEDA’yê diyar kir ku dayika du şehîdan Nazîme Morsumbul ku duh wefat kir, di heman demê de berxwedêr û hevrêyekî dilsozê gel û baweriya xwe bû û destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya wê ya bi rûmet derbikevin. -
Dayika du Şehîdan Nazîme Morsumbul koça dawî kir
Nazîme Morsumbul ku du kurên wê di nava têkoşîna azadiyê de şehîd ketibûn, jiyana xwe ji dest da. -
Li gel gerîlayên çekên xwe şewitandine hevpeyvîn û çavdêrî - II
Çavên min li goşeya rast a dawiya pêlikan ket ku çek lê dihate şewitandin. Lûleya kalaşkînovekê ji agir sincirî ye, lê vê carê ne ji ber guleyên ku li dijmin tên xistin, ji ber vejînek nû, têkoşîn û aştiyê sincirî ye. -
KCK: Pêvajoya nû xwe dispêre mîrate û berxwedana 14'ê Tîrmehê!
KCK'ê got, "Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê ku gelê me ji tinebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me." -
Çavdêriyên ji Qendîlê: Gerîla çawa bi rê ketin?
Ji bo Kurdan agir ti carî ne tenê şewitandin bû; dihate wateya vêxistina zimanekî, jinûve avakirina gelekî. Ya ku ji nava êgir derket, îradeya siyasî ya gelekî ye ku hesab ji xweliyên xwe dipirse. -
Li gelek bajaran civînên gel: Dewlet jî divê gav bavêje
Bi pêşengiya DEM Partî û DBP’ê li gelek bajaran civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de baweriya ji bo Rêber Apo hate destnîşankirin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê gavek şênber bavêje. -
Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin
Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin û got, “Dixwazin vê erdnîgariyê ji mirovan xalî bikin.” -
Ji merasîma şewitandina çekan
Koma 30 kesî ya gerîlayan ya çekên xwe şewitandin, di heman demê de berpirsiyariyek dan li pêşiya civakê. Ya ji niha û pê ve mezinkirina têkoşînê ye. -
Dîmenên merasîma şewitandina çekan
Ji merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk dîmenên ku pê qemereyên me hatine girtin. -
Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev
Xizmên windayan ên Colemêrg, Amed û Êlihê hatin cem hev û aqûbeta Mehmet Işik, Mahîr Duşunmez, Mesût Dundar û Aydin Ay pirsîn. -
Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn
Ji bo gerîlayên HPG’ê Harun Sune (Şevger Rojger) û Remezan Çakarsin (Serbest) ên ku di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bûn, konên sersaxiyê hatin danîn. -
HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî
HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi hurmetî bibîr anî û got, “Heta kêliya gihaşt şehadetê jî bi biryardarî û îdîaya xwe ya serketinê re, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên li tunelan têdikoşin dibe îlham.” -
Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî
Me dîmenên amadekariya endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji beriya merasîma şewitandina çekan, girt. -
Nasnameya 22 Qurbaniyên Fermana Şengalê eşkere bûn
Bi hezaran Êzidî di Fermana 2014’an de li Şengalê, di encama êrîşên DAÎŞ’ê û xiyaneta PDK’ê de, hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Hikûmeta Iraqê ji sala 2019’an ve dest bi vekirina van goran kiriye, lê heta niha temam nekiriye. -
Çarçel û Ozan: Em ji bo avakirina civaka demokratîk bi biryar in
Têkoşîn Ozan diyar kir ku merasîma hatî lidarxistin, îradeya têkarîkirina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û Behzar Çarçel jî got: ‘’Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bes ne bi bêdengbûna çekan bi guherîna qanûnan pêkan e.’’ -
Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn
Kedkarê Çira FM'ê rojnamevan Mirad Mîrza ku di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, îro li Şengalê di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Di bîranînê de hat gotin, wê her tim rêya şehîdan bê şopandin. -
Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin
Rêveberê Mûzeya Ewlekariyê ya Neteweyî Ako Xerîb diyar kir ku ji bo parastina çekên ku hatin şewitanin bi armanca diyarkirina cihekî taybet wê sibê prosedurek were diyarkirin û biryar were dayîn ku bê ka çawa werin parastin. -
Şandeya DEM Partiyê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir û der barê daxwaza hevdîtinê a Rêber Apo de jî got, di şert û mercên guncaw de serdan wê pêk were. -
YNK’ê şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Dabaşanê bi şandeya DEM Partî re hevdîtinek kir. Talabanî peyama, “Niha dem dema vekirina rûpelek nû ye ji bo aştî û jiyana bi hev re” da. -
Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin
Navên 30 gerîlayên azadiyê yên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin. -
Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn
Şervanê YPG’ê Mustafa Azîz Arslan di salvegera 11’an a şehadeta xwe de li warê xwe Pirsûsê hate bîranîn. -
Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî
Serokê Herêma Federa ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku komeke PKK’î çekên xwe îmha kirin, daxuyanî da û memnunbûna xwe anî ziman. -
Dîmenê merasîma şewitandina çekan
Dîmenê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk... -
Wêneyên merasîma îmhakirina çekan
Ji merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk çend wêne.