Pêşengên PKK’ê li Normandiyayê hatin bibîranîn
Di çalakiya bîranînê ya li Normandiyayê de hate diyarkirin ku Kaytan û Altûn pêşengên azadî û heqîqetê ne.
Di çalakiya bîranînê ya li Normandiyayê de hate diyarkirin ku Kaytan û Altûn pêşengên azadî û heqîqetê ne.
Li herêma Normandiya ya Fransayê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de îşaret bi rolên dîrokî ya her du pêşengan di nava tevgera azadiya Kurd de hate kirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi têkoşînên xwe dîrokek afirandine û ji bo gelê Kurd di rêya azadiyê de pêşengiyê kirine. Her wiha hate diyarkirin ku her du pêşeng jî ji kadroyên ewil in ku Rêber Apo fêm kirine û hevrêtî pê re kirine. Di axaftinan de hate ragihandin ku ev kes afirînerên azadî, hevrêtî û heqîqetê ne.
Beşdaran anîn ser ziman ku gelê Kurd deyndarê van şehîdan in û divê bidin pey şopa wan ku azadiya rast bi vê têgihiştinê were pêkanîn.
Di çalakiyê de helbesta “Ez Mirov bûm” a Alî Haydar Kaytan hate xwendin. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser her du pêşengan dewam kir û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.