BI DÎMEN

Li Londonê çalakiya ‘Bila kesên winda bên dîtin’

Li Londonê rêxistinê girseyî yên demokratîk ku bi pêşengiya Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) li hev civiyan, bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku xwedî li têkoşîna xizmên windayan derbikevin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê bi wesîleya Hefteya Têkoşînê ya li Dijî Windakirinên Binçavan li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) hate lidarxistin û endamên Meclîsa Gel a Krd, GIK-DERû Navenda Çandî Yuz Çiçek Açsin û Navenda Çandê ya Tohum piştgirî dan.

Koma ku wêneyên kesên li Tirkiye û Kurdistanê di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin, gelek caran dirûşmeya “Edalet a niha”, “Ji windakirinên binçavan re na” hatin berzkirin. Di çalakiyê de daxuyaniya Tirkî û Kurdî ya saziyan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de polîtîkayên windakirinê ku bi taybet di sala 1990’î de zêde bûn, hatin teşhîrkirin û hate bibîrxistin ku aqûbeta Hasan Gulunay, Hasan Ocak û windayên din hîna nehatiye ronîkirin. Hate destnîşankirin ku windakirinên di binçavan de ne tenê binpêkirinek mafê mirovan di heman demê de sûcê mirovahiyê ye.

Di axaftinan de jî hate diyarkirin ku ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê di serî de li Emerîkaya Latîn li seranserê cîhanê polîtîkayên dewletê yên heman dewam dikin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku li dijî hemû beşên ku li dijî êrîşa windakirinên binçavan têdikoşin êrîşa teslîmgirtinê hatiye pêşxistin.

Di dawiya bîranînê de Serokê Dewletê yê Uruguayê yê berê Jose Mujica ku bi taybet li dijî têkoşîna li dijî windakirinan jiyana xwe fedayî berxwedanê kiriye, hate bibîranîn.

 Çalakî bi dirûşmeya “Heta ku faîl neyên darizandin wê ev têkoşîn dewam bike” hate berzkirin.