Yên li Bazîdê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
Ji gundiyên xwestin pêşî li operasyona leşkerî ya li bejahiya Bazîdê bigirin hatin binçavkirin, 14 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li bejahiya gundên Kanîkork û Şêxxulî yên quntarên Çiyayê Agirî, gundiyan xwestin pêşî li operasyona leşkerî bigirin. Lê belê leşkeran êrîşî gel kirin û gelek kes kirin binçavan. Ji binçavkiriyan 14 kes, piştî kar û barên li emniyetê sewqî Edliyeya Bazîdê hatin kirin.
Li dû kontrola tenduristiyê Yûsûf Ziya Yarici, Mûstafa Polat, Mehmet Bavagîr, Emrah Bozkûrt, Mehmet Polat, Ekrem Bozkûrt, Fatîh Bozkûrt, Mevlut Bengî, Seyît Çekîm, Fettah Tûran, Mehmet Bozman, Abbas Bavagîr û du kesên navên wan nehat zanîn anîn edliyeyê. Îfadeya li dozgeriyê dewam dike.