Tahmaz: AKP bi tecrîdê re zerarê dide xwe

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku hikûmeta AKP bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zerarê dide xwe.

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku hikûmeta AKP bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zerarê dide xwe û got, "Divê hevdîtin destpê bikin, lê belê divê şert û mercên Ocalan ji sedî sed ne mîna beriya 5'ê Nîsan dibin. Pêwîste bên başkirin û pozîsyona wî were guhertin."

Tahmaz der barê tecrîda li ser Ocalan de bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nikare bi hevdîtin an jî nehevdîtina nûnerên siyasî re were pênasekirin. Tahmaz got, "Weke Ocalan jî car carna tîne ser ziman, ji sala 2005'an û vir ve Tirkiye mîna amûrekê nêzî mafê hevîtinê yê Ocalan bi malbat, parêzer û wasiyê xwe re. Di demên ku gengaz e encamên li gorî dilê xwe werbigire yan jî li cihê tengav dibe, destûra hevdîtinê dide Ocalan."

Tahmaz bibîr xist ku aştî di navbera du aliyên li hemberî hev şer dikin çêdibe û got, "Rêberê aliyekî jî Abdullah Ocalan e. Ev êdî tescîl bûye, cîhanê ev rastî qebûl kiriye.

Tahmaz da xuyakirin ku wan di her firsendê de bal kişandin ser zerara polîtîkaya tecrîdê ya li pêvajoya aştiyê û got, "Di rewşeke bi vî rengî de dewlet her carê guleyê berdide lingê xwe. Bi gotineke vekirî; destê siyaseta Kurd xurttir dike."

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz da zanîn ku pêvajo ji nuqteya qut bûye bêhtir paşdemayî destpê dike û got, "Dewlet weke navgînekê nêzîk dibe û li derve dihêle. Bi vê nêzîkatiya xwe re qîmeta karê ku dike jî ji holê radike. Ev helwest, zor û zehmetiyan derdixîne pêşiya hewldanên afirandina bingeha aştiyeke civakî."

Tahmaz bal kişand ser rewşa li Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev qewimîn çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ferz dikin. Tahmaz got, "Ji ber vê yekê ti kes nikare bêje 'pêvajoya çareseriyê qediya' ye." Tahmaz diyar kir ku girîng e AKP peymana di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hat dayîn baş bixwîne û got, "Mûxafazakar, sosyal demokrat, sosyalîst, Elewî, Sûnî her kes ji bo aştiyê ketiye nava tevgerê û benda hilbijartinê ya li pêşiya HDP'ê hilweşandine." Tahmaz anî ziman ku ji bo aştiyê bi her derdorê re di nava tevgerê de ye û got, "Nepêkane ku ev hemû ji holê bê rakirin."

Tahmaz destnîşan kir ku divê hikûmet vê rastiyê bibîne û tavilê pollîtîkaya ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê dimeşîne. Tahmaz ev xal destnîşan kir: "Şensê aştiyê nîne ku bi tecrîda li ser Ocalan re pêk were. Pêwîste ji sedî sed mercên Ocalan ne mîna yên beriya 5'ê Nîsanê bin. Divê werin başkirin û pozîsyona wî bê guhertin. Girîng e pêvajoyek welê were destpêkirin ku bixwaze bi kê re hevdîtinê bike, divê karibe hevdîtinê bike. Ev neyê kirin, wê Tirkiye bêhtir bikeve nava rewşeke xetimandî. Mînak; hikûmet, nîqaşên koalîsyonê. Eger hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî vekirî bihata kirin, nîqaşên koalîsyonê wê di cih de çareser bibûya. Ji ber ku cihê ev nîqaş lê asê dimîne jî mijara Kurd e. Ji aliyê hejmarî ve dengên AKP û HDP'ê têra avakirina hikûmetê dike. Çima nayê avakirin? Di vir de siyaseta AKP'ê ya der barê pirsgirêka Kurd de dimeşîne, xaleke girîng e."